Zêdekirina bikaranîna fona bêkariyê, ku Davûtoglû wê ji bo afirandina çavkaniya pakêta hilbijartinê bikar bîne, bi biryar Desteya Wezîran re bû qanûn. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû destnîşan kir ku pêkanîna mijara gotinê şêweyê xebata koledarî mezin dike.
Fona bêkariyê ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ji bo pakêta hilberîn û îstihdama ji 7,5 Mîlyar TL'yî aşkera kir, ji bikaranînê re hat amadekirin.
JI FONA BÊKARIYÊ BÊKAR NIKARIN SÛDÊ WERBIGIRIN!
Bi biryara Desteya Wezîran re meblaxa ji bernameyên hêza kar a aktîf re were dayîn, salane ji sedî 30 derket ji sedî 42'an. Ji fona bêkariyê ya 83 Mîlyar TL'yî 21 Mîlyar TL ji prîmên ji bûhayê karker tê birîn û faîza van prîman pêk tê. Ji vê fona tê berhevkirin, heta niha bi tenê 8,8 Mîlyar TL ji bêkaran re hatiye dayîn. Gelek astengî li pêşiya bêkaran hene ku nikaribin ji vê fonê sûdê werbigirin. Ji bo rakirina van astengiyan jî, ji aliyê hikûmetê ve ti sererastkirineke erênî nayê kirin.
'XEBITANDINA KOLEDARÎ Û MEJIYÊ XEBATA XÊRÊ!'
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû anî ziman ku wan bi salan li hemberî guhertin û pakêtên rê li ber talakirina fona bêkariyê ji bo armancên cuda vedikin, nerazîbûnên xwe nîşan dane. Çerkezoglû destnîşan kir ku ev qanûn talanê jî derbas dike; şêweyên xebitandina koledariyê li her deverê belav dike û mejiyê ku karê îstihdamê mîna 'xebateke xêrê' dibîne, xurt dike.
Çerkezoglû got, "Bi vê pakêtê re girseyeke karkeran a ku karsaz heqê wan nadê, tê afirandin. Bi îstifhdama bi pereyên di fona bêkariyê ya bi rêya ÎŞ-KUR'ê tê peydakirin re, ji karsazan re hêza kar a bê pere tê pêşkêşkirin. Ev yek bi du awayî pêk tê: 'Perwerdeya Kar' û 'Xebata ji bo civakê'. Perwerdeya kar a ku di pakêtê de sînorê wê tê berfirehkirin, bi serenavê 'eger du xebatkarên we hebin, yek ji me' pêşkêşî raya giştî tê kirin." Çerkezoglû destnîşan kir ku ÎŞ-KUR wê di bin navê serenavê 'perwerdeya kar' de kêmtirîn muçeyê strajeriyê bide.
'DIVÊ JI BO KARKERAN WERE BIKARANÎN'
Çerkezoglû ragihand ku ev fona ji heqdestên karkeran tê qutkirin û berhevkirin, divê ji bo karkeran bê bikaranîn û got, "Sûdwergirtina ji fona bêkariyê, bi gelek şert û mercên zehmet ve hatiye girêdan. Lewma li Tirkiyeyê bi tenê ji sedî 10 ê bêkaran dikarin ji vê fonê sûdê werbigirin. Beriya her tiştî divê ev şertên giran ji holê bên rakirin, fon ji bo armancên cuda neyê bikaranîn û hemû bêkar karibin jê sûdê werbigirin."