Cavallî: Erdogan DAIŞ’ê diparêze, divê Ewropa tevibigere

Dîrektorê Navenda Têkoşîna Dijî Pençeşêrê ya Dinyayê Franco Cavallî li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li hêzên navdewletî kir da ku bikevin nav liv û tevgerê.

Serokê Têkoşîna Dijî Pençeşêrê yê yê Swîsreyê Prof. Dr. Franco Cavallî bi daxuyaniya nivîskî ya li ser naê Komeleya Ji nû ve avakirina Kobanê ya Swîsreyê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi zimanekî req rexne kir. Cavallî li dijî êrîşkariya Tirkiyê bang li Ewropa kir ku bikeve nav liv û tevgerê.

 ‘ERDOGAN HEWL DIDE KU DAIŞ’Ê BIPARÊZE’

Cavallî diyar kir di serdemeke wiha de ku QSD operasyona Reqqa dike, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de hişkere parastina DAIŞ’ê ye û got,  PKK, YPG di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hêzên girîng in.

Cavallî diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de gelek kes hatine kuştin û rexneyên tund li bêdengiya çapemeniya Ewropa û rêveberên Ewropa anî, ji ber sedema ku li pêşberî geşedaneke wiha girîng ev çend bêdeng in.

PKK GELAN JI DAIŞ’Ê  DIPARÊZE

Cavallî komkujiya dijî Êzîdiyan bi bîr xist û got, PKK, YPG di serî de Êzîdî û Kurd hemû gelên herêmê ji terora DAIŞ’ê diparêze û di vê mijarê de hêzeke pir girîng e.

 ‘EWROPA LI DIJÎ TIRKIYÊ DIVÊ TEVBIGERE’

Cavallî daxuyaniya DYE’yê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk jî rexne kir û got, ‘’Nayê qebûl kirin ku DYE li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser YPG’ê de kul i dijî DAIŞ’ê têdikoşe, helwesteke zelal nîşan nade.’’

Cavallî li dijî êrîşên li ser Rojava di serî de Çapemeniya Ewropa û Rêveberên Ewropa bang li her kesî kir ku tevbigerin û got, ‘’Li dijî Erdogan ku xwe di ber siltaniyê re kiriye û li dijî rejîma wî divê em bêdeng nemînin.’’