Çav li pêngavên hikumeta AKP’ê ye
Çav li pêngavên hikumeta AKP’ê ye
Çav li pêngavên hikumeta AKP’ê ye
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê 8 dîlgirtiyên di destê xwe serbest berda, vêcarê çav vegeriyan ser pêngavên Hikumeta Tirk bi avêje.
Gêrîlayên HPG’ê di dîrokên cûda de li navçeya Lîce ya Amedê, li navçeya Dêra Hênê ya Çewlikê, li Şirnex, Wan û Mûşê berendamê Qeymeqam Kenan Erenoglû, Berbaz Abdullah Sopçeler, Çawişê Pispor Zîhnî Koç, Çawişê Pispor Kemal Ekîncî, leşker Hadî Gizlî, Remezan Başaran, Reşat Çeçan û polîs Nadir Ozgen hatibûn destserkirin û duh radestî heyeta ku di nav de parlementerên BDP’ê û nûnerên saziyên mafê mirovan jî heyî kirin. Dîlgirtî dema serbest hatin berdan û derbazî Tirkiyeyê bûn, vêcarê jî raya giştî ya Kurd li benda pêngavên hikumeta AKP’ê ye.
Bendewariya herî mezin ya rayagiştî ya Kurd 4’mîn Paketa Darazê ya şandiye Komîsyona Edaletê ya Meclisa Tirke. Paketa ku gelek caran ji aliyê BDP’ê ve bes nehate dîtin, hate ragihandin ku ew dê bişînin komîsyona jêr û dê wan pêşniyarên guhertinê binirxînin piştî wê careke din dê di komîsyonê de bigirin dest.
Di rewşa niha de 4’mîn paketa darazê bandorê li ser darezandina tu siyasetmedarên Kurd yên ji doza KCK’ê girtî nake. BDP’ê dabû diyarkirin ku pêwîste di 4’mîn paketa darazê de guhertin bêne kirin û di vê mijarê de xebat dabûn destpêkirin.
Siyasetmedarên Kurd yên ku di jiyana xwe de tucarî tevlîbûyerên tundiyê nebûyî yên ji doza KCK’ê tên darezandin, ji “endamtiya rêxistina çekdarî yan jî rêveberê rêxistina çekdarî” tên darezandin. Rayagiştî ku li bendê ye ji sûcdarkirina “endamtiya rêxistinê” krîtera “tundiyê” bikeve nav, hêjan di rewşa dawî ya paketê de ji aliyê Wezîrên AKP’ê ve nehatiye îmzekirin.