Çav lê ye heyeta BDP’ê îro biçe Îmraliyê

Çav lê ye heyeta BDP’ê îro biçe Îmraliyê

Çav lê ye ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Piştî di 23'ê Sibatê de Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan, parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Altan Tan li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn Ocalan ji BDP, Ewropa û KCK'ê re name şandibûn û rojên borî bersiva wan nameyan ji bo bigihijin Ocalan hatibûn şandin. Piştî bersivan ji bo ku Ocalan daxuyaniyê bide çavlê ye heyeta 3'emîn îro biçe Girava Îmraliyê.

Hate gotin ku, heyeta ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder li bendê ye biçe Îmraliyê. Rojnameger li Lîmana Marîna ya Atakoyê dirawestin.

Hevdîtina destpêkê di 3'ê Çileya 2013'an de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anîbûn.