Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê bi stranan hatin bîranîn

Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê bi stran û helbestan hatin bîranîn.

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, ji aliyê TEV-ÇAND Parîsê ve hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de stran û helbest li ser wan hatin gotin û qisekeran jî qala kesayetî û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez kirin.

Hozan Şemdîn, Marûf, Suleyman Çarnewa, Nûarîn, Farqîn Azad û endamên TEV-ÇAND'ê, birayê Cansiz Metîn Cansiz û bavê Şaylemez Cûmalî Şaylemez tevlî çalakiya bîranînê bûn û axivîn.

'EM Ê BI HUNERA XWE WAN BI BÎR BÎNIN'

Ji TEV-ÇAND Parîsê Samye Tûnç di destpêka çalakiyê de axivî û anî ziman ku wê sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin her tim bi bîr bînin. Tûnç got, "Weke TEV-ÇAND'ê her sal em wan bi bîr tînin û stranên xwe ji bo wan dibêjin. Her sê hevalên me li pêşberî hunerê gelekî hesas bûn. Sakîne Cansiz timî digot, 'Huner û çand ruhê mirovan paqij dike. Ji ber vê yekê divê huner di nava vê şoreşê de hê bêhtir were pêşvebirin û tevahiya ruhê me paqij bibe'. Em ê jî bi huner û stranên xwe timî wan bi bîr bînin."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI BÎRANÎNA WAN DERKEVIN'

Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî anî ziman ku 9'ê Çileyê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û got, "Em ê wan hêzên ku êşên bi vî rengî bi Kurdan dan kişandin ji bîr nekin û em wan şermezar dikin. Li Kurdistanê hin malbatan 4-5 zarokên xwe dane têkoşînê û nizanin gorên wan jî li ku ne. Divê her kes xwedî li bîranîna şehîdan derkeve."

Hozan Şemdîn jî diyar kir ku ew bi Cansiz, Dogan û Şaylemez re maye, wan nas dike û got, "Ev komkujî şerma cîhanê ye. Em ê wan ji bîr nekin.Em ê heta azadiyê wan bi bîr bînin. Şehîdên me namirin."

Di merasîma bîranînê de Metîn Cansiz jî helbesta ku sala 2011'an li ser Sakîne Cansiz nivîsandî, xwend.

STRAN JI BO CANSIZ, DOGAN Û ŞAYLEMEZ HATIN GOTIN

Piştî axaftinan Suleyman Çarnewa, Hozan Şemdîn, Marûf, Nûarîn, Farqîn Azad û koma muzîkê ya TEV-ÇAND Parîsê stranên xwe ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez gotin.