Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn

Sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn.

Kurdistaniyên ku li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê li hev civiyan, di salvegera 5. a komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn. Civîna bîranînê li Navenda Çanda Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Hevseroka Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd Elmasta Cemşît li vir axivî û got, "Li navenda Ewropayê xiyaneteke mezin li Kurdan hate kirin. Komkujiya parîsê di heman demê de nîşaneya nêzîkatiya Ewropayê ya li Kurdan e. Eger Fransayê û welatên din ên Ewropayê xwestibûna, wê failên komkujiyê di demeke kin de bidîtina û mehkeme bikira. Lê dema mijar Kurd bin, dogmatîzma Ewropayê dikeve rojevê. Lê belê gelê Kurd wê bi xwe berprisyarên vê komkujiyê mehkeme bike û ceza bike.

Di serî de dewleta Tirk, welatên faşîst ên ku naxwazin Kurd bibin xwedî statu, di her firsendê de êrîşî gel û nirxên Kurdan dikin. Eger Kurd yekîtiya xwe xurt nekin, wê êrîşên bi vî rengî dewam bikin. Lewma pêwîstiya Kurdan herî zêde bi yekîtiya neteweyî heye. Eger Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan pêk were, wê Kurd bibin xwedî wê hêzê ku karibin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin."

Piştî axaftina Cemşît, nûnerên saziyên Kurdan ên tevlî civînê bûn axivîn û ji bo ronîkirina komkujiya parîsê bang li dadgeriya navneteweyî kirin.