Cangoriyên YPG'yî Guçît û Suer li Hîldesheîmê hatin bibîranîn

Cangoriyên YPG'yî Guçît û Suer li Hîldesheîmê hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, şervanên YPG'ê Ferhat Geçît û Siddik Suer ên li Rojava di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê, bi beşdariya 250 kesî pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan Hevserokê NAVDEM ê Hannoverê Ahmet Çagri, Hevserokê NAVDEM ê Hîldesheîmê Alî Kocademîr û Berdevkê Hannoverê yê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Sîncer axivîn.

Di merasîmê de nameyek ji Girtîgeha Amedê ya ji bo Siddik Suer hatibû şandin, hat xwendin.

Li dû axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.