Çalli: AKP wek berê nikare tevbigere, gel amade ye
Çalli: AKP wek berê nikare tevbigere, gel amade ye
Çalli: AKP wek berê nikare tevbigere, gel amade ye
Hevserokê Rêxistina DBP’'ê yê Wanê Parêzer Mîraz Çali diyar kir ku piştî çalakiyên Kobanê hejmara kesên li Wanê hatine girtin gihiştiye 160’î. Çalli da zanîn ku AKP bixwaze operasyonek mezin bide destpêkirin jî ji ber bertekên gel wê bi ser nekeve û got ku niha hikûmet bi guhdarkirinên derdor û telefonan re mijûl e. Çalli wiha got: “Em niha di pêvajoyeke gelek cuda de ne. Em behsa parastina xweser dikin. AKP wek sala 2009’an nikare bê 14 şaredaran bigire. Gel li dijî vê dertê. Gel xesas û amade ye. Dewleta Tirk dikare li UCM’ê bê darizandin. Hevserokê DBP’a Wanê Mîraz Çalli diyar kir ku piştî çalakiyên Kobanê li Wan û navçeyên wê bi giştî 160 kes hatine girtin û hejmara binçavkirinan jî 350 derbas kiriye.
JI 7’AN HETA 70’Ê GEL LI ÇALAKIYAN XWEDÎ DERKET
Çalli da zanîn ku li Wanê çalakiyên 6-8’ê Cotmehê wek mîlad hatin şîrovekirin, her aliyê civakê piştgiriya xwe daye û got: “Li Wanê bûyerên 6-8’ê Cotmehê bû mîlad. Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî AKP’ê sekinin. Hilweşîna dîwarekî psîkolojîk mijara gotinê ye."
Çalli da zanîn ku hikûmet ji bertekên civakî yên Wanê tirsiyan, teqwiyeyên polîsan zêde kirine û got ku li her derê polîs û tîmên taybet hene.
DI ROJEVA AKP’Ê DE GUHDARKIRNA TELEFON Û DERDORÊ HEYE
Çalli wiha got: “Hikûmeta AKP’ê her çiqas bixwaza operasyoneke qirkirinê ya siyasî ya wek 14’ê Nîsanê pêk bîne jî bi ser nakeve û got: “Ji ber ku bertekên gel diyar in. AKP di xeteke pragmatîst û hilbijartinê de ye. Operasyon jî ne hiqûqî siyasî ne. Di ajandaya AKP’ê de operasyonên qirkirina siyasî hene. Niha dîsa berê xwe daye muxalefeta civakî. AKP niha amadekariya vê dike. Niha derdor û telefonan guhdar dikin.
AKP NIKARE WEK BERÊ BIKE
Lê pêvajoya niha ji 2009’an pir cuda ye. Em di parastina xweser de ne. AKP wek sala 2009’an nikare bê Wanê û 14 şaredariyê bigire. Gel li dijî vê bi berteke, hesas e û amade ye. Wê bertekên tund li dijî vê derkevin.”
GEL WÊ PÊŞÎ LI OPERASYONAN BIGIRE
Çalli wiha berdewam kir: “Li Wanê li gelek taxan çalakiyên demokratîk pêk hatin. Bertek hatin ziman. Polîsan berê xwe dan operasyonan. Mirovan tavilê xendek kolan, hatina polîsan asteng kirin. Em behsa Kurdistanê dikin. Polîsan bi ser malan de girt, zarokên dayikan li ber çavên wan digirtin, li wan dixistin. Lê êdî mirov li dijî vê bêdeng namînin. Meclîsên taxan hene. Kesên îşkence dîtine wek berê bêdeng namînin wê li ber xwe bidin.”
Çalli di berdewamiya axaftina xwe de astengkirina çalakiyên demokratîk rexne kir û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên zextê yên ku dimeşîne gel ber bi ‘çekgirtinê ve’ dibe.
HIQÛQA GEL AVA DIBE
Çalli diyar kir ku têkiliya gel a bi hiqûqa dewletê re tenê polîtîkayên zextê ne, avakirina hiqûqa alternatîf gelek girîng e û got: “Hiqûqa dewletê, zextên li ser gelê Kurd, bindest, karker, mafên demokratîk îfade dike. Hiqûqa dewletê binçavkirin girtin, îşkence ye. Ya gel jî jiyan bi xwe ye."
Çalli destnîşan kir ku dibe ku Tirkiye li Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DCN) bê darizandin û got, "Di vê mijarê de kulîsek jî heye. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re di qada navneteweyî de cidî tê girtin û dibe ku Tirkiye li DCN’ê bê darizandin.