Çalakvanên Azadiyê: Divê berxwedan bê pêşxistin
Çalakiya rûniştinê ya li ber PE ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin bi dirûşmên ji Ocalan re azadî bi dawî bû. Çalakvanan diyar kirin ku wê çalakî bên berdewam bikin.
Çalakiya rûniştinê ya li ber PE ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin bi dirûşmên ji Ocalan re azadî bi dawî bû. Çalakvanan diyar kirin ku wê çalakî bên berdewam bikin.
Çalakiya rûniştinê ya li ber PE ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin bi dirûşmên ji Ocalan re azadî bi dawî bû. Çalakvanan diyar kirin ku wê çalakî bên berdewam bikin. Çalakvanan gotin, “Ji bo piştgiriya ji berxwedana li Kurdistanê mezin dibe pêwîst e mirov li her cihî derkevin qadan. Berxwedan bê pêşxistin."
Di pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî çalakiya rûniştinê ya 2 rojan a Kurdistaniyan li ber Parlamentoya Ewropayê (PE) destpê kir, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di çalakiya 2 rojan a nêzî 150 çalakvanan pêk anîn, dirûşmên ji Ocalan re azadî li navenda PE deng vedan.
Di çalakiyê de heyeteke ji endamên Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî û yek ji nûnerên HDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay bi rayedaên PE û CPT’ê re hevdîtin pêk anîn û têkildarî rewşa Ocalan dosya pêşkêş kirin.
Di çalakiya 2 rojan de girseya li derdorê jî piştgiriyeke mezin da çalakvanan, gelek Fransiyan diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan ji bo gelê Kurd gihiştiye asteke ku nayê qebûlkirin.
Nêzî 150 Kurdistaniyan bi daxuyaniyekê ku çalakya xwe bi dawî kirin, peyama wê çalakî li gelek welatên Ewropayê belav bibin dan.
EHMEDÎ: EM PIR NÊZÎ AZADIYÊ NE
Piştî daxuyaniyê mafê axaftinê yê destpêkê Hevserokê PJAK’ê Hecî Ehmedî wergirt û got ku heta tecrîda li ser Ocalan rabe pêwîst e kes ji qadan neçe. Ehmedî bal kişand ser şerê li Kurdistanê jî û wiha axivî: “Kurd ji her demê nêzî azadiyê ne. Îro ev êrîşên ku pêk tên tevahî ji bo pêşiya azadiyê bigirin pêk tên. Ji bo ev polîtîka bi temamî vala derkevin divê em li qadan bin.”
KARTAL: DIVÊ BERXWEDAN BÊ PÊŞXISTIN
Piştî Ehmedî, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî. Kartal diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn. Kartal destnîşan kir ku divê saziyên Ewropa ji bo azadiya Ocalan bikevin tevgerê û dema têde ne dema ku pêwîst e gelê Kurd û alîgirên aştiyê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê rabin ser piyan e.
Kartal di dawiya axaftina xwe de got ku li hemberî şerê destpêkê li Cizîr, li tevahî Kurdistanê tê meşandin divê gel berxwedana xwe bilindtir bike.
Piştî axaftina Kartal, çalakvanan dirûşmên azadiyê qîr kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî çalakiyê bang li gelên li Ewropa dijîn hat kirin ku dakevin qadan.
PARLAMENTERÊ PE: ÊRÎŞÊN LI HEMBER HDP’Ê NAYÊN QEBÛLKIRIN
Her wiha heyetek ji Însiyatifa ji Ocalan re Azadî piştî nîvro bi Parlamentera Ewropa Marîa Chrîstîne Vergîat re hevdîtinek pêk anîn, pêşveçûnên li Kurdistanê û rewşa Ocalan ragihandin. Vergîat di hevpeyvînê de nirxandinek kurt kir û got ku di vê pêvajoya dawî de bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê gihiştine asteke nayên pejirandin.
Vergîat ragihand ku wê daxuyaniyek bi bertek der barê êrîşên li hember HDP’ê bidin, ji bo tecrîda li ser Ocalan û şerê ji nû ve rû daye biaxivin jî wê hevdîtinan bi nûnerên komên çepgir ên Parlamentoya Ewropa re bikin.