Çalakiyên protestoyî yên '15'ê Sibatê' li Yewnanîstanê dest pê dikin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wê 3 rojan li paytext Atînayê bê şermezarkirin. Meclîsa Gel ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, wê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 18. de protesto bikin. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Gel a Yewnanîstanê hin çalakî plan kir.

Di vê salvegerê de wê meşa dirêj a sê rojan, panelek bi beşdariyeke berfireh û çalakiya girseyî ya li ber Sefaretxaneya Tirk were lidarxistin. Meclîsa Gel der barê plansaziya çalakiyan de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî vê yekê, wê meşa 3 rojan di 12'ê Sibatê de li bajarokê Lavrîon ê Yewnanîstanê dest pê bike. Çalakger wê li hemû bajar, navçe û bajarokên jê derbas bibin, bi rayedaran re hevdîtinê bikin û li ser rewşa Ocalan agahiyê bidin.

Roja 14'e Sibatê jî wê panelek bê lidarxistin û hiqûqnas û siyasetmedarên Kurdistanî û Yewnanîstanî beşdar bibin. Tevî gelek parlamenter û şexsiyetan, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Tirkiyeyê û Yewnanîstanê, her wiha parlamenterên HDP'ê jî hatin vexwendin.

Di roja dawî ya çalakiyan de, roja 15'ê Sibatê wê meşek ber bi parlamentê ve bê lidarxistin û girseya gel wê piştre berê xwe bide Sefaretxaneya Bilind a Tirk.

Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê bang li Kurdistaniyan kir, ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin.