Çalakiyên li dijî çêkirina qereqolan dewam dikin
Çalakiyên li dijî çêkirina qereqolan dewam dikin
Çalakiyên li dijî çêkirina qereqolan dewam dikin
Çalakiya welatiyên gundê Navberojan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya bi armanca çêkirina qereqolanên nû bên rawestandin dan destpêkirin dewam dike.
Çalakiya welatiyên gundê Navberojan a li hemberî çêkirina qereqolên nû dan destpêkirin 5 rojin berdewam dikin. Gundiyên Heran û Mavan jî tevlî çalakiyê bûn. Welatiyên li ser pira ketina gund hatin cem hev li nokteya leşkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li nokteya çalakiya rûniştinê lê tê kirin bi sedan wesayît rawestiyan.
Ji welatiyan Leşkîrî Sevîm diyar kir ku ji ber pêkanînên leşkeran êdî nikaran ji mala xwe derbikevin û wiha got: "Leşker li vir bi awayekî keyfî li hemberî welatiyan pêkanîna pêk tînin. Di navbera Şemzînan û Rûbarokê de her 10 kîlometreyê nokteyekî leşkeran a kontrolêhatiye dayîn û wesayît tên rawestandin û welatî ji lêgerîn derbas dikin. Jinên ducanî jî li van nokteyan tên kontrolkirin. Em jî ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin û me çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Hefteyeke ev bertek berdewam dikin. Tu rayedarên dewletê yên guhdariya vî gel bikin nehatin vir. Gel ji li vir berxwe dide û dê bexwe bide."
Welatiyê bi navê Abdulselam Yaman jî diyar kir ku geşedanên tên jiyîn zilim e û divê pirsgirêk demildest bê çareserkirin û wiha got: "Em vê zilmê qebûl nakin. Me li vir weke gelê xwe yên din çalakî da destpêkirin. Em ji pêkanînên dewletê bêzar bûn. Çima berê leşker dernediket? Me digot dê bi pêvajoyê aramî dest pê bike lê hêj kambaxtir bû. 4 mehin li Tirkiyeyê tu mirin çênabin. Piştî gerîla hate vekişandin êrîş li gel kirin. Em vê yekê qebûl nakin. Berî pêvajoya çareseriyê tu nokteyên leşkeriyê tunebûn. Çawa pêvajoya çareseriyê dest pê kir li her derê nokteyên leşkeriyê danîn. Berê li vir leşkera tunebûn. Ji ber ku berê her tim li vir gerîla hebû. Em rihat dihatin û diçûn."