BI DÎMEN

Çalakiyên ji bo dengê 'NA' dewam dikin

Di çarçoveya kampanya dengê 'NA' de, ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê tê meşandin, li Ewropayê panel, çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin.

Di çarçoveya kampanya dengê 'NA' de, ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê tê meşandin, li Ewropayê panel, çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, YXK Hambûrgê panelek lidar xist û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Akademîsyen Dr. Çetîn Gurel û Seroka Halkevlerî ya Tirkiyeyê Oya Ersoy weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Dîcle bibîr xist, AKP dema ku bi gotinên demokratîk bû desthilatdar, ji aliyê gelek hêzan ve hat qebûlkirin û got, "Piştî ku bû desthilatdar, ji bo planên xwe yên veşartî pêk bîne xebitî. Îro êdî ti kes bawer nake ku bi hikumeta AKP'ê re demokrasî were. Erdogan ruhê îttîhat û terakkî gihand roja îro û bi xeyala Osmanî dijî. Li nava welêt, qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dike, li derveyî welêt jî xwe li welatên Ewropayê radikişîne. Hîtler ji xwe re weke mînak dibîne. AKP bi vî rengî êşên ku di salên 90'î de jî gelê me nekişandibû, niha dide kişandin. Ji ber ku ruhê wî ruhê Enver Paşa ye, taktîkên wî jî taktîkên Hîtler e."

Dîcle diyar kir, Erdogan dixwaze hemû erkan bixe destê xwe û destnîşan kir, eger hêzên demokrasiyê li ber vê ranebin, wê Tirkiye bikeve nava çiravekê.

Dr. Çetîn Gurel jî anî ziman, Erdogan wê Meclîsê weke noterê bi kar bîne got, "Ji bo guhertina destûra bingehîn, vîna civakî divê. Lê belê bi vê referandûmê re dixwazin ji ber xwe ve ji nişka ve çêbikin. Erdogan destûra bingehîn binpê dike. Eger dengê 'NA' bi ser bikeve, divê bê darizandin, ji ber ku sîstema destûra bingehîn xera kiriye. Bi vê referandûmê re dixwazin faşîzmê mayînde bikin."

Dr. Gurel destnîşan kir, ku eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê biryara li ser jiyana wan bi temamî di destê şexsekî de be û ji bo pêşî li vê tarîtiya li ser wan tê ferzkirin, bang li her kesî kir ku teqez dengê 'NA' bidin.

Seroka Halkevlerî Oya Erso jî ragihand, Erdogan û yên li dora wî nikare guhertina destûra bingehîn ji kadroyên xwe re vebêjin û got, tenê bi sorkirina dijminatiya navbera gelan, vî karî dimeşîne.

Panel bi pirs û bersivan qediya.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransayê, civînek li ser referandûmê hat lidarxistin. Di civînê de perwerde li ser muşahîtiyê hat lidarxistin û 92 kes ji bo vî karî hatin wezîfedarkirin. Her wiha biryar hat dayîn ku di roja destpêkê de bi konvoyekê biçin ser sindoqan.

REÎMS

Li bajarê Reîms ê Fransayê, bi mijara "Na ji dîktatoriyê re" civîna gel hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya li vir axivî û got, "Eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê şerê faşîzma AKP-MHP-Erdogan ê li dijî Kurdan û hemû mûxalîfan bê sorkirin. Eger dengê 'NA' bi ser bikeve, wê faşîzma Erdogan û AKP'ê, ku nava raya giştî ya neteweyî û navneteweyî nikare rûnê."

Di civînê de bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Fransayê dijîn hat kirin, biçin ser sindoqan.

BÎEL/THÛN

Li bajarên Bîel û Thûnê, bi şiyara "Em ê teqez bi ser bikevin" civînên gel hatin lidarxistin.

Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk weke qiseker beşdar bû. Di civînê de ji bo dayîna dengê 'NA' banga seferberiyê hat kirin. Her wiha belavoka Federasyona Gelan a Demokratîk a Swîsreyê li ser sedemên NA, hat xwendin.

Qiskeran her wiha ragihandin, ku AKP û Erdogan dixwaze kaosa li Rojhilata Navîn derbasî Ewropayê bike.