Çalakiyên edaletê didomin

Çalakiyên edaletê didomin

Piştî ku di meha Çileya borî li Parîsê sê jinên siyasetmedar ên Kurd hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê ên li Ewropa hatin destpêkirin didomin.

Weke her hefte çêbûyî roja Çarşemê Kurdistaniyên ku li bajarê Hamburg ê Almanyayê jiyan dikin, ji bo 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin bidaxwaza edaletê mitîngek li darxistin.

Çalakiya ku di pêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbînê hat organîze kirin li semta Altona hate pêkanîn. Di çalakiyê de daxuyaniya ku li ser navê meclisa jinan hate xwendin, hate gotin ku li rexmî 7 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan dewleta Fransayê daxuyaniyek ya zelalkirina bûyerê nedaye û ev helwest hate şermezarkirin. Jinên ku dane diyarkirin ku, ev komkujiya ku di serê pêvajoya aştiyê rûda û nezelalbûna komkujiyê rê li ber komkujiyê rû bidin vedike, her wiha bang li dewleta Fransayê kir ku komkujiyê ronî bike. Di dema çalakiya ku parlementera Partiya Çep ya Hamburgê Cansu Ozdemîr jî tevlîbûyî de, têkildarî mijarê bi sedan belavok belavkirin û ciwanên Kurd di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ îmze berhev kirin. Weke din jî di mitîngê de behsa komkujiyên li hemberî gelê Kurd ên li Rojava hate kirin.

Ji ber ku serkonsolosa Fransayê a li Hamburgê girtiye, dê ji niha pêve çalakiyên xwe li cihên cûda bikin. Çalakiya heftiya tê dê di navbera demjimêr 17û 18’an li Monckebergstrasseyê bikin.

LI DUSSELDORFÊ JINAN EDALET XWEST

Buroya Aştiyê ya Jinên Cenî û Komeleya Çanda Kurdan a Dusseldorfê ku her Çarşemê ji bo edaletê li ber konsolosa Fransayê kom dibin, vê hefteyê jî kombûn. Çalakiya ku bi slogana “Bêdengiya we ji hevkariya wê tê” pêkhat ji bajarê Duisburgê gelek Kurdan piştgirî da çalakiyê. Kesên tevlî çalakiyê bûne ji ber ku ev 7 mehe li ser komkujiyê re derbazbû hêjan bûyer nehatiye zelal kirin, hate şermezar kirin.