Çalakiya li Bûrsayê TAK’ê girt ser xwe
Çalakiya 28’ê Nîsanê li Bûrsayê TAK’ê girt ser xwe. TAK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku çalakî ji aliyê endama wan Eser Çali ya bi nasnav Asya Glîdag hatiye lidarxistin.

Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) têkîldarî çalakiya 28’ê Nîsanê ya li Bûrsayê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Yek ji şervanên me yên fedaî Asya Glîdag ku ji bo tolhildana li hember êrîşên hovane yên TC’ya faşîst ketibû nav tevgerê, di dema vê teqînê de gihiştiye şehadetê.
Hevala Asya, ji bo hesabpirsîna qetlîamên li ser gelê me berê xwe hedefê, beriya bigihêjê di encama qezayekê de teqemeniya li gel teqiya û gihişt şehadetê. Hedefa hevala Asya ya bermahiya Zinaran, Dogayan, Derwêşan bû, dîsa mejiyê dijmin bû. Li ser vî esasî, çapemeniya destbixwîn a berdevkiya AKP’ê dike, nûçeyên wek Mizgefta Ûlû hatiye hedefgirtin pêş xistine. Ev bi temamî derew in.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Eser Çali ya bi nasnav Asya Glîdag, 13’ê Mijdara 1992’yan li Îdirê ji dayik bûye.