Çalakiya Kon a li Brukselê berdewam dike

Li Brukselê çalakiya kon a bi armanca balkişandina ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê berdewam dike.

Li Brukselê çalakiya kon a bi armanca balkişandina ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê berdewam dike. 

Li ser nave Komîteya Amadekar Xebat Ocalan axivî û wiha got; “Ji ber  ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê vê derê kiribûn ji bo rezgirtinê me navber dabû çalakiya xwe.”

Ocalan  got ku wan ev çalakiya xwe ji bo balê bikişînin li ser terora dewleta Tirk dane destpêkirin. Her wiha Ocalan ev gotin: “Ev çalakiya me a li Brukselê bi şewazekî demokratîk berdewam dike.”  Ocalan  di dawiya axaftina xwe de  bang li hemû Kurdên li Hollandayê û Belçîkayê kir ku hê zêdetir xwedî li vê çalakiyê derkevin.