Çalakgerên xeta sînor berxwedana Kobanê silav kirin
Çalakgerên xeta sînor berxwedana Kobanê silav kirin
Çalakgerên xeta sînor berxwedana Kobanê silav kirin
Nobedarên xeta sînor bi dirûşmeyan berê xwe dan Kobanê û berxwedana Kobanê bi dirûşmeyan silav kirin.
Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG-YPJ’ê li dijî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin di roja 64’an de ye. Berxwedana Kobanê ku her diçe çeteyên DAIŞ’ê darbeyên mezin dixwin, didome û li aliyê din jî berxwedana nobeta li sînor ji roja destpêkê ya berxwedana Kobanê jî li gundê Mehser û Miseynterê bi girseyî berdewam dike.
Çalakiya zincîra mirovahiyê ku li her du gundan êdî wek kevneşopî pêk tê dîsa pêk hat. Çalakgerên li gundê Miseynterê berê xwe dan Kobanê, destê hev girtin û li gundê Mehserê jî bi sedan kesî berê xwe dan Kobanê û dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê û Bijî Serok Apo’ berzkirin. Her wiha di zincîra mirovahiyê ya her du gundan de rêz hat girtin û Çerxa Şoreşê hat xwendin.