Çalakgerên Meşa Dirêj gihîştin Strasboûrgê
Ciwanên ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest bi meşê kirin, gihîştin bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku wê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
Ciwanên ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest bi meşê kirin, gihîştin bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku wê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
Meşa Dirêj a "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ku bi dirûşma "Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, jiyanê azad bike" di 5'ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir, gihîşt qonaxa dawî. Ciwanên ku stasyona Kehlê saet 08.00'an de li hev civiyan, dest bi meşê kirin.
Ciwan ji sînorên Elmanya-Fransayê derbas bûn û ketin nava Strasboûrgê. Beriya ciwan ji sînor derbas bibin, li benda kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û kontrola wan hat kirin.
Ciwanan piştre meşa xwe dewam kirin. Ciwan wê 14 kîlometreyan bimeşin û tevlî meş û mîtînga mezin a Strasboûrgê bibin.