CÎK: Komkujiya Helebce di dîroka mirovahiyê de lekeyek reş e
Civaka Îslamiya Demokratîk (CÎK) di derbarê 32’yemîn salvegera komkujiya Helepce de daxuyanî da û li hemberî êrîşan banga yekitiya netewî kir.
Civaka Îslamiya Demokratîk (CÎK) di derbarê 32’yemîn salvegera komkujiya Helepce de daxuyanî da û li hemberî êrîşan banga yekitiya netewî kir.
Civaka Îslamiya Kurdistan bi boneya 32’yemîn salvegera Helepce daxuyaniyek nivîskî da. Di daxiyaniyê de komkujî hate şermezarkirin û wiha hate gotin, “Li dîroka mirovahiyê wek lekeyekî reş hatiye neqişandin, di wijdana civakan de jî wek berpirsyariyek giran cihê xwe girtiye.”
‘DIVÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN!’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Helepce yek ji qirkirinên herî mezin a dîrokê ye û li ser vê komkujiyê 32 sal derbas bûye. Di daxuyaniya CÎK’ê de wiha hate gotin: “Ev komkujiya ku li Başûrê welatê me çêbû, tene trajediya paşerojê nîne. Xalekî ku bextê gelê me bandor kiriye. Ev êşa ku em di bîr û dilê xwe de dihewînin divê neyê jibîrkirin û nedin jibîrkirin.
Yekane sekinandina van êrîşên hovane, pêkanîna yekitiya netewî ye. Êşên ku em jiyan dikin wek gelekî rewşa me radixe ber çavan. Divê di rojeva her Kurdekê de avakirina yekitiyê hebe.
Mixabin hin kesên ku li ser navê me siyasetê dikin ji vê komkujiyê ders dernexistine. Li Başûrê Kurdistanê siyasiyên ku vê felaketê jiyan kirine, wekî ku ev komkujî qet nehatiye jiyankirin, jiyana xwe didomînin. Ev raste rast xeflet e.
Em bang li hemû Kurdan dikin ku yekitiya xwe çêbikin û bi lîstokên kujeran nexapin. Kesên ku nêzî yekîtiya Kurdan nabin û vê asteng dikin, wê wek şîrîkê van komkujî û talanan werin bibîranîn. Kesên ku xwîna Kurdan dirijînin divê bizanibin ku heta mafê gelê Kurd neyê dayîn, wê alema Îslamê tu carî nagihîje aştî û aramiyê. Bila laneta Xwedê li ser kesên ku vê komkujiyê bi gelê me dan jiyandin be!”