CÎK: Ji bo alîkariyê bila her kes peywira xwe bi cih bîne
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji ber erdhejê banga hevgirtinê li gelê Ewrûpayê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji ber erdhejê banga hevgirtinê li gelê Ewrûpayê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji ber erdheja li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
"Ji ber erdheja li Kurdistanê, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Gelê me yê ji ber dewletên dîktator hejar hatine hiştin, niha jî karesatek bi ser wan de hatiye. Yezdanê dilovan hevgirtinê li ser me ferz dike.
Roja roja hevgirtin û alîkariyê ye, roj roja yekîtiyê ye.
Em kesên li Ewrûpayê dijîn, piçekî be jî dikarin êşa wan kêmtir bikin. Divê em gelê xwe bêxwedî nehêlin û hemû mirovên xwedî wijdan tevlî vê alîkariyê bikin. Bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê divê em vê hevgirtin û alîkariyê geştir bikin.”