Bûyerên li Tirkiye û Misrê bi kêrî Spanyayê hatin

Bûyerên li Tirkiye û Misrê bi kêrî Spanyayê hatin

Hate aşkera kirin ku, ji ber bûyerên li Parka Gezî ya Tirkiye û rageşiya li Misrê didome, turistên ku plan dikirin biçin her du welatan berê xwedan welatê Spanya yê ku bi krîza ekonomî re rû bi rû ye. Li gorî salên berê di 2013’an de 700 hezar zêdetir turîst çûne Spanyayê û îsal ji turîzmê li benda dahatekî mezin e.

Bûyerên li Parka Gezî ên di meha Hezîranê de mezinbûn û didomin, her wiha li Misrê rageşiya siyasî ya ber bi derbê ve çû, ji niha ve bandorekî neyênî li turîzma herdu welatan kir. Hate diyarkirin ku, turîstên ku plandikirin biçin herdu welatan berê xwe dane Spanyayê. Yeketiya Bikarhênerên Turîzmê (Exceltur) li gorî salên borî 726 hezar turîstên hatine welatê wan girêdayî bûyerên li Tirkiye û  Misrê kir.

Têkildarî mijarê li Madrîdê Serokê Excelturê Jose Luis Zoreda daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ji niha ve ew îsal ji turîzmê li benda 626 milyon Euro ne. Zoreda da zanîn ku, turîstên Îngilîz, Rûs û Îskandinavyayê li şûna ku Tirkiye û Misrê tercîh bikin, berê xwe dane Spanyayê.