Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê dawî li binpêkirina mafên mirovan a li Îmraliyê bê anîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina 23'ê Cotmehê ya bi Rêber Apo re daxuyaniyek da û xwest, binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk a li Îmraliyê bi dawî bibe û derfet ji parêzeran re bê dayin ku hevdîtinê bikin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan a li Îmraliyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û biraziyê wî Birêz Omer Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de doh hevdîtinek kirin. Di ser hevdîtina dawî ya malbatê re (3'ê Adara 2020) 4 sal derbas bûn û piştî vê demê hevdîtin pêk hat. Beriya her tiştî divê ev serdan tenê weke hevdîtinekê neyê hiştin û dewam bike. Li gorî destûra bingehîn, qanûn û peymanên navneteweyî divê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş karibin parêzer û malbatên xwe bibînin. Birêz Ocalan xwedî wê hêza teorîk û pratîkî ye ku dikare ku pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bike, lewma hevdîtina bi rêk û pêk a bi Birêz Ocalan re wê li Tirkiyeyê û herêmê rê li ber çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî yên li ser bingeha aştî, diyalog û lihevkirina demokratîk veke.

Di vê çarçoveyê de em dbiêjin, divê binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk ku li Îmraliyê dewam dike bi dawî bibe, mafê hevdîtina bi parêzeran re û malbatê ku ji sala 2019'an û vir ve tê astengkirin, li gorî qanûnê bi cih bê anîn."