Li paytexta Berlîn a Elmanyayê buroya hilbijartinê ya HDP’ê ji aliyê kes an jî kêsên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê hat. Di êrîşa nîvê şevê hat lidarxistin de ku zerara can çênebû, di avahiyê de zerara madî çêbû.
ANF
BERLÎN
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 22:29
Li paytexta Berlîn a Elmanyayê buroya hilbijartinê ya HDP’ê ji aliyê kes an jî kêsên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê hat. Di êrîşa nîvê şevê hat lidarxistin de ku zerara can çênebû, di avahiyê de zerara madî çêbû.
Li paytexta Berlîn a Elmanyayê buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya duh bi beşdariya 500 kesî li semta Kreuzberg hat vekirin, nîvê şevê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat şewitandin. Di daxuyaniya Buroya Hilbijartinê ya Berlîn a HDP’ê de wiha hat gotin: “Li hemberî buroya hilbijartinê ya navendî ya Berlînê ya HDP’ê ku duh me vekir, saetên zû yên vê sibehê hewldaneke şewitandinê pêk hatiye. Êrîşkarên ku ketine hewşa avahiyê, cama mutfeqa buroyê şkandine û hewl dane hundir bi benzînê bişewitînin. Di encama mudaxeleya niştecihên avahiyê de şewat beyî ku mezin bibe hatiye vemirandin û rê li ber karesateke mezin hatiye girtin. Wek HDP’a Berlîn em ji niştecihên avahiyê re dibêjin derbasbûyî be.
‘LI HEMBER ÊRÎŞAN EM LI HDP’Ê XWEDÎ DERKEVIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li pişt van bûyeran, berê yên li Berlînê êrîşî standên hilbijartinan kiribûn, li ser tevna civakî HDP û HDP’yî dikirin hedef, li hember Kurdan, Elewiyan û kêmnetewên din nefretê pêş dixin, di heman zîhniyetê de ne û wiha berdewam kir: “Her axaftina xwe de dîktatorê dest bi xwîn û li hember HDP’ê nefretê vedirişe, bi fermana xwe qeşmerên Qesrê dixe tevgerê, terora li Tirkiyeyê û Kurdistanê li hember gelê me pêk tînin, dixwazin bi êrîşên wiha newêrek jî veguhastin kolanên Ewropayê. Tenê têk diçin û wê têk jî biçin.
Bersiva herî baş a ku li hember van êrîşan em bidin wê bi 1’ê Mijdarê xurtkirina HDP’ê ya li Ewropa bibe. Em gelê xwe vedixwînin xwedîderketina büroya hilbijartinê ya HDP’ê, li Berlînê duh me bi şahiyekê vekiribû û ji bo zêdetir piştevaniya HDP’ê bikin bang li hêzên demokratîk, Çep, Çepgir, û antîfaşîst dikin.”
Her wiha hêzên ewlehiyê yên Elmanya, der barê şewitandinê de lêpirsîn dan destpêkirin.