Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ve hate xwendin. Bûldan bi bîr xist ku di dema xwendina daxuyaniyê de hîn encamên hilbijartinê zelal nebûye û got, "Ji ber manîpulasyonên Ajansa Anadolûyê, daxuyaniyên li ser encamên ne fermî tên dayin dûrî ji rastiyê ye. Encamên sindoqan hîn bi temamî negihîştine YSK'ê. Îtirazên me neqediyane. Wezîfedarên me ji bo zelalkirina encaman dişopînin. Ji bo eşkerekirina binpêkirina mafê dengdanê têkoşîna me didome."
DEMÎRTAŞ DI NAVA ŞERT Û MERCÊN NEWEKHEV DE KAMPANYA MEŞAND
Bûldan da xuyakirin ku namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di nava şert û mercên newekhev û neadîl de li girtîgehê kampanya hilbijartinê meşand û tevî vê yekê jî li dijî wê bi her awayî kampanya reşkirinê hate meşandin. Bûldan diyar kir, li gel vê yekê jî Demîrtaş di rêza sêyemîn de cih girt û ev yek nîşan dide ku gel pê bawer e û jê hez dike. Bûldan destnîşan kir, dengên Demîrtaş girtine ji yên hatine eşkerekirin zêdetir e û got, ya ku piştî vê encamê divê were kirin, berdana Demîrtaş e.
Pervîn Bûldan anî ziman ku hilbijartin di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hatiye kirin û Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û hemû nûnerên wî, ji bo HDP di binê bendê de bihêlin bi hemû derfetên dewletê xebitîne, ambargoyeke giran a medyayê danîne ser HDP'ê û zextên giran li wan kirine.
Bûldan ragihand, tevî van hemûyan jî HDP ji bendê derbas bûye û li parlamentê bûye partiya sêyemîn a mezin. Bûldan got, "Lê belê dengê me ji dengê ku niha li ekranan xuya dike, zêdetir e. Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn. Em ê vê rewşê bişopînin.
Encamên hilbjartinê nîşan dane ku gelên Tirkiyeyê destnîşan kiriye ku rejîmeke parlamenter bêyî HDP'ê, têkoşîneke demokrasî û edaletê bêyî HDP'ê nabe. Gelan diyar kirine ku aştî, demokrasî, jiyana azad û pirrengî bêyî HDP'ê nabe.
Bûldan da xuyakirin ku kesên deng dane wan, bi rengekî vekirî destek dane rejîmeke xurt a parlamenteriyê, demokrasiya herêmî ,serweriya hiqûqê, serwer û bêalîtiya dadgeriyê, welatekî bêyî Rewşa Awarte û got, "HDP'ê mesaja dengdêrên xwe girtiye û di çarçoveya vê mesajê de bi biryardarî têbikoşe."
Pervîn Bûldan da zanîn ku ji îro û pê ve wê desteyên xwe yên rayedar bicivînin û karê hilbijartinê binirxînin. Bûldan got, "Em ê li ser binpêkirina mafê dengdanê û zext û zordariya hatiye kirin raporekê bi raya gitşî re parve bikin. Em ê polîtîkaya xwe ya ji bo dema bê eşkere bikin."
TEMELLÎ: EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Em li vê derê xwedî li îradeya hemû welatiyên xwe yên deng dane, derdikevin. Em careke din bang li hemû hevalên xwe yên li saziyên pêwendîdar dikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin, bibin çavdêrê hemû pêvajoyan û heta encam diyar bibe em ê nobeda demokrasiyê bigirin."