Buldan û Onder hevdîtin bi rêveberên KCK’ê re pêkanî!
Buldan û Onder hevdîtin bi rêveberên KCK’ê re pêkanî!
Buldan û Onder hevdîtin bi rêveberên KCK’ê re pêkanî!
Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder çûn Qendîlê û bi rêveberên KCK’ê re hevdîtin pêkanîn. Hevdîtin bi rêya tweet’ên ku Buldan ji bo hatina Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî nivîsan dibûn derket holê.
Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê ji Pêvajoya Muzakereyan û Çareseriyê Berpirsiyar Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbazî Qendîlê bûn. Çûna Buldan û Onder a Qendîlê bi rêya tweet’ên ku Buldan di derbarê çûna hatina Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî ya Amedê de nivîsandibûn derket holê.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, Buldan ji bo çûna Qendîlê ku bi balefirê çû Hewlêr, Onder ji ber tirsa balefirê biwesayîtê çû Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê. Li gor tweet’ên Buldan maşîneya Onder di rê de gelek caran hat rawestandin û rastî kontrolan hat. Onder dema sînor derbas dike ku derbasî odeya VÎP’ê jî nekirine bi mînbûsê sînor derbas kiriye.
Tweet’ên Buldan wiha ne:
* Birêz Barzanî yê dibêje, ji bo piştgirîdayîna aştiyê hatime, duh li Hewlêr tevayî derî li rûyê me girtin.
* Dema em çûn Qendîlê li nuqteyên kontrolê maşîneyên me hatin rawestandin û bi saetan hatin kontrolkirin.
* Sirri Sureyya Onder derbasî salona VÎP nekirin. Li ber derî maşîne nedanê. Wekîlê me li mînîbusa Cizîrê siwar û di derî re derbas bû.