Buldan ji Erdogan re got: Ev dema te ya dawî ye!

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li saziyên navnetewî kir. Buldan ji Erdogan re jî got, ‘ji hêla siyasî ve demên xwe yên dawî dijî.’’

Hevseroka Giştî  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên Erdogan, helwesta medya, tayînkirina qeyûma li ser çapemeniya Kurd û geşedanên dawî. Buldan, anî ziman ku herî dawî 5'ê Nîsanê bi Ocalan re hevditin pêk anîn û ev ji bo Tirkiye asta şikandinê ye. Buldan, bertek nîşanî lixwekirina cilên leşkerî ya Erdogan da û wiha  got: "Çiller jî berê cilên leşkerî li xwe kiribû. Lê niha êdî navê wê jî li holê tune ye. Çawa Çiller çû Erdogan jî wê bide pey.’’

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma xwe (HDP) ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên dawî. Di civînê de Yekîneyên taxê yên Stenbol, Enqere, Eskişehîr û Kocaeliyê amade bûn. Dîsa Nûnerên Tarim Orkam-Sen, Tevgerê Ekolojî û Dijberên Santralên Nukleerê  û endamên partiyê amade bûn. Buldan, ewil beşdarên civînê û rêxistinên derdorê slav kir û anî ziman ku yên derdorê bikin qada çopa nukleerê ew ê destûr nedin wan. Buldan, dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hat qetilkirin Şennur Unlu jî bibîr anî û sersaxî ji malbatê xwest.

Buldan, di serî de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahiyên der barê wî de axivî. Buldan anî ziman ku herî dawî heyeta Îmraliyê ku ew jî di nav de bûn 5'ê Nîsana 2015'an pêk hatiye û wiha got: "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû 'Xuya dike ku ev hevdîtina dawî ye. Ji ber ku muxatabên me qet gavan navêje, Ji bo çareseriya pirsgirêkê qet tiştekî nakin. Ji ber vê yekê 5'ê Nîsanê dîrokek pir girîng e. Dîroka şikandina Tirkiye ye. Ji bo pêşeroja siyaseta Tirkiye 5'ê Nîsana 2015'an diyarker e. Ji 5'ê Nîsanê heta niha wekî endama heyetê min qet tu agahî ji Birêz Ocalan negirtiye. Ez û Birêz Sirri Sureyya Onder me li Îmraliyê birêz Ocalan ziyaret kir. Ez dixwazin bi taybetî balê bikişînim ser gotinên Birêz Ocalan a wê rojê. Ev rewşa Tirkiye ya îro pir baş pênase dike. 5 Nisanê dê di diroka Tirkiye de pêvajoya çareseriya demokratîk bida destpêkirin. Dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pir girîng bû.

Birêz Ocalan wekî her carê wê demê jî dîsa got: "Ger ku ev pirsgirêk li vir li ser vê masê neyê çareserkirin, wê welat vegere krîzê. Welat wê têkeve nava kaosê. Birêz Ocalan wê demê wiha gotibû: ‘Dibe ku ev hatina we ya dawî be. Ji ber ku xuya dibe ku muxatabê me di çareseriyê de gavan navêjin û di ya xwe de israr dikin.' Birêz Ocalan wê demê xwest bi taybetî çavê sêyemîn biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Herî dawî di 28'ê Sibata 2015'an de di mutabakata Dolmabahçeye de xwest heyeta çavdêr biçe Îmraliyê û di bin çavdêriyê de ev hevdîtin bê kirin. Lê mixabin AKP'ê pêvajoya  Mutabakata Dolmabahçe nas nekir û xera kir."

PIŞTÎ ÎMRALÎ KET BIN TECRÎDÊ TIRKIYE JÎ KET BIN TECRÎDÊ

Buldan, anî ziman ku nameya Ocalan şand û li Dolmabahçe hat xwendin ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek girîng bû û wiha got: "Ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn gelek bi wate û girîng bû. Lê piştî nameya Ocalan a li Dolmabahçe hat xwendin Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, Dolmabahçe, mase nas nekir û bû sedema tişta îro li Tirkiye pêş dikeve. Piştî 5'ê Nisanê tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin. Bi tecrida liser Ocalan tecrîd li ser Tirkiye giran kirin. Bi tecrîda 5'ê Nîsanê re hemû destkeftiyên demokratîk yên li Tirkiye yek bi yek ji dest derketin. Piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê hemû tiştên ku birêz Ocalan hikûmet û Tirkiye hişyar kiribû yek bi yek ketin meriyetê. Hemû texminên birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Piştî 5'ê Nîsanê hevdîtin hat qutkirin li Tirkiye di 7'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat. HDP'ê ji sedî 13 deng girt. 80 wekîl şandin meclîsê. Lê AKP'ê ev qebûl nekir û mase rakir. "

Buldan, bal kişand ser bûyerên piştî tecrîdê û wiha berhdewam kir: Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Li Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk hatin. Li Sûr, Cizîr û Geverê komkujî pêk hatin. Hemû girêdayî tecrîda piştî 5'ê Nîsanê ya li li ser Birêz Ocalan e. Ger ku îro hevdîtin hebûya û tecrîd tune bûya niha rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Ger ku tecrîd nebûya wê îro karker nehatina ixrackirin, rê Rewşa Awarte nehata ragihandin. Wê Tirkiye bi BHQ’yan nehatiya rêvebirin. Wê hewldana darbeyê pêk nehata. Wê şerê liser Efrînê pêk nehatiya. Dê kriza aborî pêk nehatiya. 

YÊN JI AŞTIYÊ TIRSIYAN BIRYARA TECRÎDÊ DAN

Di Newroza 2013'an ya Amedê de peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan got ‘Îro serdemek nû ye. Êdî serdema berxwedana çekdarî derbasî tekoşîna siyaseta demokratîk dibe. Digot yên ruhê demê nexwînin wê di sergoyê dirokê de winda bibin. Birêz Ocalan bi vê peyamê bal kişand ser sedema tecridê. " 

BULDAN BANG LI NY, YE Û CPT’Ê KIR KU ERKA XWE YA LI HEMBERÎ OCALAN PÊK BÎNIN

Buldan, bal kişand ser rapora CPT ya der barê Îmraliyê de û wiha got: “CPT li ser daxwaza AKP'ê 2 sal şûn de biryar da raporê aşkere bike. Piştî AKP'ê biryar da 2 sal şûn de  rapor aşkere kirin. CPT di 2015'an de raporê amade dike lê 2 sal şûn de destûr ji AKP'ê girtiye. Em li vir bang li Yekîtiya Ewropa (YE),  Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku êdî helwesta xwe ya li hemberî aştiyê diyar bikin. Em li vir dîsa hezkrin û slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin. Em carek din bang li NY, YE û CPT dikin ku bi erka xwe rabin. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye û çareseriyê rolek gelek mezin dilîze.

‘EFRÎN DAGIR KIRINE' 

Buldan, bal kişand ser rewşa Efrînê û anî ziman ku ketina Tirkiye  Efrînê dagirkeri ye. Buldan, helwesta çapemeniya Tirk jî rexne kir û wiha got: "Qanala  Haberturk tişta OSO kiriye wekî YPG'ê kiribe nîşan dide. Talankirin û wêrankirina OSO wekî tiştekî din nîşan dide. Efrînî balê dikişînin ser talankirin, wêrankirin, taciz, tecawiz, diziya OSO. Lê rayedarê AFAD'ê di Haberturk'ê de tişta OSO kiriye wekî YPG'ê nişan dide. Ev rezaletî ye. Efrîn dagir kirine û di nava xwe de parve dikin. Şêwirmendê Erdogan dibêje me li Efrînê 50 şehîd dan lê du destkeftiyên me yên girîng hene. Ji îhaleyên wê dere, pasteyên mezin wê mitehitên Tirk bixwin’. Ev bi serê xwe re şepirzetî ye. Li wir mirov têne kuştin, mirov neçar dimînin ku şûnwarê xwe biterikînin.’’

Buldan li ser kamuflaja leşkeri ya Erdogan got: ‘’Herî dawî Serokwezîra Berê Tansu Cîller jî kamuflaj li xwe kiribû. Lê ka binerin cihê Çiller li kû ye. Niha Çîller heye nîn e kes pê nizane. Çawa Çiller çû Erdogan jî wê wisa biçe. Ji ber yên Kurdan înkar dikin dawiya wan wisa ye. Çawa Çiller çû Erdogan jîdê bide dû. Yên kamuflajên leşkerî li xwe dikin cihê wan sergoyê dîrokê ye. 

MEDYA KU HÊZA WAN TÊR KIR KIRÎN, LÊ YA TÊR NEKIR QEYÛM TAYÎN KIRIN

Buldan, polîtîkaya li ser çapemeniya azad jî rexne kir û wha got: "Qeyûm tayînî Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Hêza wan têra Koma Medyaya Dogan kir û Koma Dogan kir. Lê ji ber ku hêza wan têra Ozgurlukçu Demokrasî nekir qeyûm tayîn kirin. Wekî tayînkirina qeyûmên şaredariyan. niha jî qeyûm tayînî rojnameyê kirin. Lê em baş dizanin Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî mîrateya Musa Anter e û wê tu carî bêdeng nebe.