Bûldan: Heta ku tecrîd ranebe tu krîz çareser nabe

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Stenbolê bi daxuyaniyên girseyî hatin bidawîkirin.

Endama heyeta Îmraliyê û Wekîla Serokatiya Meclîsê Pervîn Bûldan li rêxistina navçeyê ya Esenlerê ya HDP’ê de axivî û diyar kir, heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe wê tu krîz çareser nebe.

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Stenbolê di 4’ê Mijdarê de hatibûn destpêkirin, bi daxuyaniyên çapemeniyê bi dawî bûn.

Di ya rêxistina HDP’ê ya Esenlerê ya Stenbolê de Endama heyeta Îmraliyê û Wekîla Serokatiya Meclîsê Pervîn Bûldan û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk beşdar bûn.

OZTURK: OCALAN TEMÎNATA AZADIYÊ YE

Polîsan dora rêxistina HDP’ê ya Esenlerê girt û destûr neda ku girse li derve daxuyaniyê bide. Li vê derê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got, “Ez çalakvanên greva birçîbûnê silav dikim. Ev çalakiyeke pîroz e. Rêzdar Ocalan temînata aştiyê ye. Divê roj berî rojekê hevdîtin bi wî re pêk were.”

BÛLDAN: HEDEFA DARBEKARAN ÎMRALI BÛ

Endama heyeta Îmraliyê û Wekîla Serokatiya Meclîsê Pervîn Bûldanê jî got ku, “Rêzdar Ocalan  û malbat û parêzerên wî, zû ve ye pê re hevdîtin nekirine. Herî dawîn li ser navê malbatê Mehmet Ocalan çûbû hevdîtinê û jê pê ve me tu agahî nestendiye.”

Bûldan bal kişand ser vî tiştî ku hedefa kesên ku Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê li dar xistine, Îmrali bûye û got, “Em dizanin li ser Îmraliyê balefirên şer geriyaye lê hevdîtina me ya bi Ocalan re hate astengkirin. Ligel hemû serlêdanên me, hemû daxwazên hevdîtinê tên astengkirin.”

‘SEDEMA KRÎZÊ TECRÎD E’

Bûldan daxwaz kir ku tecrîd bi lezgîn rabe û wiha domand; “Birêz Ocalan bingehê aşitî û demokrasîbûna Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi rêya demokrasiyê were çareser kirin mûxatapê yekem jî Birêz Ocalan e. Şexsiyetekî ku wiha hem ji bo gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê xwedî giringiyekî mezin ev nêzikatiyên wiha li ser nayê qebûl kirin. Bi bîra xwe bînin ku li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina krîzên biçûk jî Birêz Ocalan ketiye dewreyê û krîz bi dawî bûne. Di hemû krîzên ku hatîn jiyîn de Birêz Ocalan bûye xwedî rolekê. Di vê çarçoveyê de krîzên ku di aliyê sosyal, çand, siyasî û di her alî de tê jiyîn sedemê wê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan e. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin li Tirkiyeyê ti krîzek û pirsgirêkek nayê çareserkirin û wê ti dem neyê çareserkirin.”

‘DIVÊ BERÎ DEMEKÊ HEVDÎTIN PÊK WERE’

Bûldan diyar kir ku piştî parvekirinên li ser medya civakî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji aliyê gel ve nehatiye qebûlkirin û heta bi yek destî hevdîtin neyê kirin ti baweriya wan bi vê nayê. Bûldan destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê kirin di heman demê de li ser gelê Kurd tê kirin û wiha got; “Divê berî demekê malbat, parêzer yan jî heyetek siyasî hevdîtinê bi Birêz Ocalan re pêk bîne. Di vê mijarê de pêwîste  bi lezgîn îktidara siyasî gav bavêje.”