Buldan: Felat û serfirazî bi HDP'ê ye
Buldan berxwedanan jinan slav kir û got, ''Felat û serfirazî bi HDP'ê ye.''
Buldan berxwedanan jinan slav kir û got, ''Felat û serfirazî bi HDP'ê ye.''
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Amedê li panêla, ''Ji duh heta îro modêla me ya hevseroktiyê'' axivî, ku Lijneya Reveverên Xwecih ên Demokratîk ên HDP'ê hazir kiribûn.
Buldan got, ''Me got pergala hevseroktiyê temînata hebûna jinan a li nav siyasetê, ya mafê hibijartin û hilbijêrbûnê, mafê temsîla jinê ye. Me ev wiha fêhm kir, ev got û bi salan em ji bo vê têdikoşin.
Li cîhanê di rêveberiyên xwecih de tekane partiya ku hevseroktiyê dike HDP ye.
Bi pergala me ya hevseroktiyê hêz û vîna jinê li nav siyasetê xurt bûye. Bi pergala me ya hevseroktiyê li şaredariyên me saziyên jinan hatine avakirin, li dijî newekheviya zayendî û mêtingerî û tundiya ku vê newekheviyê mekanîzmayên çalak ên têkoşÎnê ava bûne. Lê ev ne bes e, divê were zanîn ku em ê tekoşîna vê bi jinên Tirkiyeyî re bidin. Em vê aşkare bibêjin, pergala hevseroktiyê destkeftiyeke gerdûnî ya hemû jinên cîhanê ye ku ji nasnameyên cihê pêk tên. Hevseroktî hem ji bo jinan destkeftiyek e, hem ji bo wekhevî, dad, demokrasî û mirovahiyê jî destkeftinek e. Desthilat nêr û nûnerên vê jî hay ji vê rastiyê hene. Ji ber vê dema ku êrîşê tînni ser têkoşîna me ya jinan û siyaseta me pergala hevseroktiyê dikin hedef.''
Buldan bi berdwamî got, ''Çi qas zext û zordarî hebin jÎ ew çend têkoşîneke biryardar heye. Em ê ti caran destûrê nedin ku faşîzma nêr ti saziyeke me talan bike.''
Buldan her wiha got, ''Deynê li ser sûkra wan e ku çi kesê wekhevî, dad, parvekirina adil dixwaze, siyaseteke li ked û hilberînê xwedî dertê, hemû jinên ku taloke li ser jiyana wan heye, zarokan û hemû yên din, ciwanan ku welatekî biber û sûdewar dixwazin li dora HDP'ê kom bikin, bi HDP'ê re bikin yek dil, hêz . Her wiha berpirsyariya me ya dîrokî ye jî. Felat û serfirazî encex wiha pêkan e. Em jin mecbûrî vê ne. Rêyeke me ya dî nîne, vebijêrkeke dî nîne, alternatîfeke me ya dî qet tine.''