Bûldan: Erdogan û AKP’ê fermana van êrîşan dan
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşên dawî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşên dawî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşên dawî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan diyar kir ku şewitandina avahiyên wan, şewitandina vîna 6 mîlyon kesan e. Bûldan bang li hemû hilbijêran kir û xwest li HDP'ê xwedî derkevin.
Partiya Gelan a Demokrat (HDP) a Stenbolê ji bo êrîşên dawî yên li dijî avahiyên wan pêk tên, li avahiay Stenbolê civina çapemeniyê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan û Huda Kaya, hevserokên HDP'ê yê bajêrê Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylu, xebatkarên HDP'ê yê navçeya Bagcilarê Pinar Bahadir, Celalettîn Yalçin yê ku duh ji aliye polîsan vê hatin binçavkirin û hatin berdan û gelek xebatkarên HDP'ê amade bûn.
'BILA GEL AVAHIYÊN HDP'Ê BIPAREZE'
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu ewil axivî û got: "Şerê ku AKP'ê û qesrê da destpêkirin niha li hemû metropol dorpêş kiriyê. AKP'ê û Erdogan bi taybetî ji bo qesrê şêr rewa dike û bi vê yeke suce xwe dinuxumene. Êrîşên li ser partiya me bi zanê û bi organîzê tên meşandin. Bi van êrîşan dixwazin pêşiya siyasete li ber kurdan bigirin. Ev êrîş êrîşeke li hemberî vîna gelan a demokratîk e." Soylu, herî dawî bang kir ku hemû kes piştgiriye bide HDP'ê.
'AŞTÎ JI ME HEMÛYAN RE PEWÎSTE'
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku kesên dixwazin serdestiyê bikin gelan li hev sor dikin û serî li şerê navxweşî didin. Kaya bang li hikûmetê kir ku anî ziman ku aştî ji hemû gelan û partiyan re pêwiste. KAya xwest hemû aşîxwaz platformeka aştiyê ava bikin.
'BILA HEMÛ KES HÊZ BIDE HDP'Ê'
Parlamentere HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan jî ev êrîş wekî kaosê bi nav kir û wiha got: "Erdogan û AKP'ê fermana van êrîşan da. Hevalên me yên li avahiya navendê ji mirinê xelas bûn. Ger ku hikûmet vî agirî venemirîne, dê hemû kesan bişewitîne. Şewata avahiya wan, tê wateya şewata vîna 6 mîlyon kesan e.
'BILA BI LEZ HEVALÊN ME BERDIN'
Hevseroka HDP'ê a Stenbolê Ayşe Erdem jî anî ziman ku AKP'ê pevajoya çareseriye ji holê rakiriyê û vîna demeokratîk tine kiriye. Erdem, diyar kir ku li Kurdistanê her roj bi dehan zarok, jin, ciwan tên qetilkirin û bi polîtîkayên ku polîs û leşker tên kuştin jî ev neçareserî kurtir kiriye. Erdem da zanîn ku berî êrîş li avahiyê wan ê navçeyan û bajaran bibin agahî dane Waliyê Stenbolê û wiha pêde çû: "Li gel me agahî da Walîtiyê jî dîsa tedbir nestandin. Ev jî nîşan dide ku êrîşkar ji aliye polîsan vê tên parastin."
'EM Ê XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERKEVIN'
Xebatkarên HDP'ê ya navçeya Bagcilarê Pinar Bahadir ya ku hatibû binçavkirin û hat berdan jî diyar kir ku ji aliye polîsan ve hatine derbkirin û wiha got: "Bi taybetî gotinên nexweş ji jinan re gotin û em gelekî darp kirin."
Piştî axaftinan daxuyanî bi pirs û bersivdanê bi dawî bû.