Bûldan: Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşînê xurt bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Nexşe rê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîngî ye. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşînê xurt bikin.”

Civîna yekem a piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê ya Koma Meclîsa HDP’ê li Wanê pêk hat.

Bernameya kampa 3 rojan a ku li Wanê li ser polîtîkaya rê ya dema pêşiya me bi tevlîbûna parlemeterên mêr re îro destpê dewam dike. Parlemeterên jin duh li kampa HDP’ê civîna xwe kiribûn.

Di destpêka civînê de Parlemetera HDP’ê ya Wanê û endama MYK’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û bibîr xist ku Leyla Guven a bi vîna gelê Colemêrgê hatî hilbijartin hê girtiye û got: “Sedema vê jî rêz nedayîn vîna gelan e. AKP wê li pêşberî gel hesa b dide. Divê bi lezgîn Leyla Guven bê berdan.

 ‘NEXŞE RÊYA ME JI BO SIBEROJA WELAT GIRÎNG E’

Piştî Erdan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got:

“Ji bo neşe rêyek, polîtîkayeke dema pêş amade bikin li vir kom bûne. Em ê pêkanînên di demê hilbijartinê de û mercên Rewşa Awarte û seketinê me 24’ê Hezîranê bi dest xistî li vir binirxînin. Ya girîng ji bo me ew e ku em ê ji niha û şûnde çi bikin. Gelên Tirkiyeyê li benda me ye bê ka em ê çi bikin. Em ê di nava van 3 rojan de binirxînin. Nexşe rê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîng e.

QETLÎAMA PIRSÛSÊ

Duh salvegera Qetlîama Pirsûsê bû. Mirov ji bo şehîdên Pirsûsê bibîr bîne li Pirsûsê kom bûn. Mudaxele hatin kirin, heval û hogirên em hatin destgîrkirin. Em daxwaz dikin ku yê duh hatine destgîrkirin bi lezgîn bê berdan. Carekî din sersaxiyê ji malbatan re dixwazin.

 ‘EM Ê LI DIJÎ REWŞA AWARTE A MAYÎNDE TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de derket holê ku Tirkiyeyeke bê HDP nabe. Ev rastî carekî din derket holê. AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê fersend dît û pêkanîn der qanû û mirovî li ser civakê da kirin. Em niha di pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk bilind bikin de ne. Qanûnê duh li Meclîsê hatin erêkirin Rewşa Awarte kirin mayînde. Rewşa Awarte ya demkî hate rakirin, Rewşa Awarta ya mayînde hat. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşîna xwe bidomînin.

Bêhiqûqî û kiryarên der mirovî yên AKP’ê em ê di pêvajoya nû de jî tim bikin rojev. Di vê wateyê de parastina mafê jin, zarok û gelan ji bo me erkeke girîng e. Em ê derbazî qonaxekî ku polîtîkaya derve ya aştiyane biparêzin bibin.

LEYLA GUNVEN REHÎN TÊ GIRTIN

Îro hê jî Leyla Guven di girtîgehê de ye. Leyla Guven a bi vîna gelan hatî hilbijartin îro li girtîgehê rehîn tê ragirtin. Em vê napejirînin û dawaz dikin ku bi lezgîn bê berdan.

BEŞDARBÛNA MERASÎMÊN CENAZEYAN

Gelên Tirkyeyê şer naxwazin. Gelên Tirkiyeyê aştî û azadiyê dixwazin. Di vê mijarê de erkekî mezin dikeve ser milê me. Hevalên me çûn serdana konê sersaxiyê. Ev di çanda me de heye. Ev erk û berpirsyariyên me ne. Kî/ê li kû jiyana xwe ji dest bide emê biçin konê sersaxiyê. Di vê pêvajoya şer ku mirov jiyana xwe ji dest dide de, erkê herî mezin e ku em biçin gel malbatên wan û berpirsyariyên xwe binin cih.”

ÊŞKENCEYA LI WANÊ

Hevseroka Giştî ya HDP’ê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êşkenceya li Wanê û got: “Li Wanê ji heman malbatê 7 kes destgîrkirin û êşkence kirina wan carekî din rastiya polîtîkayên AKP’ê radixe ber çavan. Eger ku li vî welatî, edalet, hiqûq heye tişta pêwîst wê bê kirin, lê kes nayê êşkencekirin. Em ê li gel mirovên ku hatine êşekencekirin bin.”