Bûldan: Em ê firsenda sibê baş bi kar bînin

HDP’ê mîtînga xwe ya dawîn li Îzmîrê lidar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê di mîtîngê de axivî û got: “Em ê firsenda sibê baş bi kar bînin.”

Bi hezaran kes tevlî mîtînga li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em ê firsenda sibê baş bi kar bînin.”

Bûldan got: “Sibê roja pirsîna hesaban e. Em ê sibê li ser sindoqan derseke xurt bidin wan. Ji Demîrtaş û HDP’ê ditirsin. Duh Erdogan got ‘HDP çawa dikare dengan bistîne, ez fêm nakim’. Bila ji Bîlal re bipirse, ew ê yeko yeko jê re vebêje.”

Bûldan got ku, “Di navbera me û AKP’ê de ferqên mezin hene. Ew bi diziya 17-25’ê Kanûnê tên bibîranîn, em ê jî bi 7 û 24’ê Hezîranê werin bibîranîn. Em serbilind in, lê ew ne wisa ne. Du namzetên serokkomariyê hene, yek jê yê heyî her roj di televîzyonan de ye û yê din jî di girtîgehê de bi ketilê hêviyê dide vî welatî. Ketila me ji televîzyona wan zêdetir dibe rojev. Peyamên Demîrtaş ji girseya wan zêdetir e. Ji ber ku peyamên Demîrtaş dahatûya vî welatî ye.”

Bûldan bang li gelên Îzmîrê kir û got “Divê em firsenda sibê baş bi kar bînin. Ji bo dahatûya gelê me û zarokên me, ji bo Tirkiyeyeke azad em ê bi hev re bibêjin HDP. Dengek ji HDP’ê re, dengek ji Demîrtaş re.”