Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê de bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê bal kişand ser têkoşîna jinan û polîtikayê hikûmetê yên li dijî jinan. Bûldan di civînê de ewil sersaxî ji malbata Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, Emîne Urun re xwest. Bûldan piştre bal kişand ser biryara DMME ya der barê Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de û kêfxweşiya xwe anî ziman. Bûldan anî ziman ku zêdeyî 2 sal in Selahatîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag dîl tê girtin û xwestin hemû hevalên wan ên dîl hatine girtin serbest bên berdan. Bûldan têkildarî biryara wiha got: “Biryara DMME'ê girîng e. Em jî bang li dadgehên herêmî dikin ku vê biryarê pêk bînin û bi lez Demîrtaş û hevalên me yên din ku dîl hatine girtin, serbest berdin.
‘EZ HEMÛ HEVRÊYÊN XWE YÊN JIN SILAV DIKIM’
Bûldan bal kişand ser 25'ê Mijdarê û wiha got: "Ez hemû hevrêyên xwe yên jin yên li dijî tundiyê li ber xwe didin, ji dil û can silav dikim. Çalakiya Leyla Guven, Çagla Demîrel, Edîbe Şahîn, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanakê û hemû hevrêyên xweyên jin ên girtî silav dikim. Besê, Leyla Kasim, Sêvê, Sakîne Cansiz û hemû kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane silav dikim. Jinên Rojavayî û Efrînê ku axa xwe û rûmet diparêzin silav dikim. Dayikên Şemiyê silav dikim. Arîn Mîrkan, Behîce Boran, Roza Lûksemburgan silav dikim. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinêem vê hefteyê bi koma jinan re civînê pêk tînin. Yên li Parîsê li ser 3 jinên azad gule barandin, yên jinan di zindanê de dîl digirin û li ser jinan komkujiyê pêk tînin bila baş zanibin ku wê li hemberî têkoşîna jinê têk biçin. Tundiya li dijî jinê tundiya li dijî jiyanê ye. Niha Dekanekî zanîngehê profesorek jî derketiye dibêje 'Jinek li malê çêtir e ji jinek wekîl.’ Ev hişmendiya wan nîşan dide. Li Tirkiyeyê her rojê 5 jin tên kuştin. Jin bi rêk û pêk rastî tundiyê tên. Jin li malê tên hepiskirin. Tundiya li dijî jinê li kolan, mal û zeviyan e. Di heman demê de li dibistan û meclîse ye. Li her qada jiyanê ye. Gelek caran sûcê mêr ku li dijî jinê pêk tîne tê parastin û bê ceza tê hiştin. Mînak Nevîn Yildirim li kesê ku 3 salan tacîza zayendî parastina rewa kir bi giranî hat cezakirin. Tenê di Cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin.”
‘LI TIRKIYEYÊ 700 ZAROK TEVÎ DAYÎKÊN XWE DI GIRTÎGEHÊ DE NE’
Bûldan, bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê jî bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha axivî: "Îro Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Îro li Tirkiyeyê 700 zarok li gel dayikên xwe li girtîgehan dîl hatine girtin. Ev encama feraseta 'Zarok be jî, jin be jî, çi hewce be wê bê kirin' e. Lê em jî dibêjin zarok be jî, jin be jî em tu carî serî li hemberî vê zilmê natewînin."
‘TECRÎDA LI OCALAN LI DIJÎ ŞOREŞA JINÊ YE JÎ’
Bûldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha pêde çû: "Bi berxwedana jinê ev welat teqez wê azadiya xwe bibîne.. Ev welat wê bi têkoşîna jinê bigihêje azadiya xwe. Hevala me Leyla Guven ji ber li dijî vê rejîmê derketiye îro dîl hatiye girtin. Li gel ku parlementer e jî dîsa dîl hatiye girtin. Birêz Leyla Guven di 7'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tecrîda li rêzdar Ocalan li dijî şoreşa jinê ye. Tecrîd ne tenê li dijî şexsekî ye. Li dijî siyaseta demokratîk e. Li dijî hemû jinan e. Îro bi girankirina tecrîdê Gultan Kişanak û Figen Yuksekdag jî di nav de bi hezaran hevrêyên me yên jin hatin girtin û dîl hatine girtin. Bi hezaran hevrêyên me yên siyasetmedar dîl hatine girtin. Em ê her dem li dijî vê siyasekê li ber xwe bidin. Heta ku HDP hebe wê tu carî nikarin heviyê bişkinin. Em jin em ê tecrîdê bişkînin.”
‘KRÎZA ABORÎ JI BER POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê PÊK TÊ’
Bûldan bal kişand ser krîza aborî û got ku, “Krîza aborî encam û cewherê polîtîkayên AKP'ê ya 16 salan e. Di butçeyê de mêr heye. Di butçeyê de jin tune. Butçeya hatiye parvekirin ji jinê re tune. Jin an li malê an jî li kargeriyan ji însanafa patronan re hatiye hiştin. Li gorî wan an divê dayik be, an jî divê hevjîn be û di nava malê de be. Em vê ferasetê tu car qebûl nakin. Dema jin rastî tundiyê tên, cihê jin serî lê bidin tune. Tu butçeya ji bo jinên rastî tundiyê tên nehatiqe veqetandin. Ji ber ku ji jinan ditirsin naxwazin jin di nava saziyên cemaweriyê de cih bigirin. Em jin çawa ku ji desteserkirina bedena xwe re dibêjin NA. Em ji dagirkirin û desteserkirina keda jinê re jî dibêjin NA. Me jinan her dem berxwedana bi hev re bi ser xist em wê tekoşîna bi hev re jî bi ser bixin. Em dîsa dibêjin heta ku jin azad nebe welat jî azad nabe. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin."
‘EM Ê BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BI ŞEV Û ROJ BIXEBITIN’
Bûldan herî dawî ji bo rêveberiya hilbijartina herêmî jî bang li jinan kir û wiha bi dawî kir: "Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî re 4 meh man. Em ê di van çar mehan de bi şev û roj bixebitin. Em ê bi hevre bi ruhê seferberiyê bi şev û roj bixebitin. Em îtîfaqa jinên herêmî xurt dikin. Serkeftina me ya jinan wê serkeftina hemû jinan be. Heta niha di hemû şaredariyên ku me bi dest xist me polîtikayên xwe xistin meriyetê. Ji niha û şûnde jî em ê polîtîkayên vîna jinê têxin meriyetê. Me jinan çawa li meclîsê dest da hev nûnertiya wekhev bi ser xist, di rêveberiyên herêmî de jî em ê nûnertiya wekheviya jinê bi dest bixin. Em îro serlêdana bernamzetiyê didin destpêkirin. Ez li vir ji bo hevşaredarî, endamên meclîsên şaredariyê û keyatiyê bang li hemû jinan dikim ku serî li bernamzetiyê bidin. Ez carek din bang li hemû jinan dikim ku serî li namzetiyê bidin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li qadan dengê xwe û berxwedana xwe bilind bikin. Bila jin dengê xwe bilind bikin da ew ku bitirsin. Em ji dewletê jî û mêrê serdest wekheviyê û azadiyê naxwazin. Em wê bi têkoşîna xwe wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Em jin wê welatê wekhev û azad û jiyana wekhev ava bikin. Em ê her dem dibêjin Jin, Jiyan û Azadî.”