Bûldan: Dewlet li dijî jinê ye!

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku dewlet bi hemû saziyên xwe li dijî jinê bûye yek û got, "Dijminên jinan wê têk biçin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna Koma Jinan a HDP'ê de bûyerên dawî nirxandin. Ji Stenbol, Enqere, Amed û gelek bajarên din rêxistinên jinan tev li civîna koma HDP'ê bûn. Her wiha dayikên Şemiyê û Aştiyê yên Amed û Stenbolê jî hatin tev li komê bûn. Jinan li dijî tundiya mêr, şalê xemrî û qurdeleyên reş bi xwe vekirin. Bûldan destpêkê jin silav kirin û dest bi axaftinê kir.

Bûldan sersaxî ji malbata Ayaz ê 8 salî û Nupelda Guloglu ya 4 salî xwest ku di teqîna li Navçeya Pilûr a Dersimê de jiyana xwe ji dest da û got: "Îro danişîna hevserokê HDP'e yê berê Selahattin Demirtaş e. Hevalên me Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Îdris Baluken, Sirri Sureyya Onder û gelek hevalên me yên din hêj girtî ne. Bi darbeya 15'ê Tîrmehê re Rewşa Awarte îlan kirin û li dijî siyaseta demokratîk darbe kirin. Hevalên me di encama darbeya dijî siyaseta demokratîk de hatin girtin û hêj girtî ne. Ev meclîs di heman demê de meclîsa jinan e jî. Wê wisa be jî. Em meclîsê teslîmî faresat mêran nakin.

'JI JINAN DITIRSIN'

Bûldan, bal kişand ser kujerên jinan û wiha axivî: "Em pir zelal dibêjin kujer ne bi tenê ne. Ji darazê heta saziyê dewletê, ji desthilatdariyê heta medyayê li pişt wan in. Dema mijar dibe jin tev dibin yek. Ev encama hişmendiya mêr e sûcên li dijî jinan bincil dikin. Ji ber ku jin desthilatdariya wan perçe dike. Statukoya wan hildiweşîne. Ji ber vê yekê ji jinan ditirsin."

Bûldan helwesta nakokî ya Serokomar Erdogan a li dijî jinan rexne kir û got: "Hesasiyeta we ya li dijî jinan çiye? Dema Dayikên Laçik Spî yên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li pêş girtîgehan piştgirî dan çalakiyên zarokên xwe û bûn hedefa lêdana polîsan û polîsan ew bi erdê re kişandin hesasiyeta we çi bû? Hesasiyeta we wê demê çima derneket pêş. Wê demê ne dayik, mirovahî bi erdê re hatin kişandin. Di 6 mehên dawî de 214 jin hatin kuştin, agahiya we ji vê yekê heye? Îstîsmara zarokan zêde bûye kijan hesasiyeta we bi bandor bûye? Wekî li ser hemû civakê hesasiyeta we ya li ser jinan jî kuştin û tundî bi xwe re anî. Civak bêtir rizand. Bêhna vê rizîna wê ewqas giran bûye êdî her kes dibîne. Di vê pêvajoya ku komkujiya li jinan zêde ye, Serokomar derdikeve Serokê Banka Navendî ji ber faîzê danaxe diguherîne. Derdê we pere ye."

'ZANÎNGEHA JINAN A BÊYÎ FIKR Û BIRYARA JINAN XIZMETA JINAN NAKE'

Bûldan, helwesta hikûmetê ya avakirina Zanîngeha Jinan a beyî vîn û biryara jinan jî rexne kir û got: "We dema ev pêkanîn xist meriyetê we ji jinan pirsîn? We wekî yek zilamî di her mijarê de li ser meseleya jinan jî ev maf di xwe de dît. Avakirina zanîngehê jî bi vê ferasetê hatiye kirin. Jinên Akademîsyen ên aştî xwestin bi biryarnameyan hatin dûrxistin. Fisûn Ustel hêj girtî ye. Berê we çi aniye serê jinan bibînin, piştre biçin zanîngehê ava bikin. Ger ku pereyê we yê dîwarên  betonî ava bikin heye, li şûna hûn vî pereyî pêşkêşî mutahîtên hevkarên xwe nekin; wî pereyî pêşkêşî xizmeta jinan bikin. Bêyî ku jin rastî kuştinê û tundiyê bên pirsgirêkên wan çaraser bikin. Pisrgirêka ewlehî, betalî heye."

'KESÊN HERÎ XIZAN JIN IN'

Pervîn Bûldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî û bandora wê ya li jinan û wiha lê zêde kir: "Em jin barê cîhanê li ser pişta xwe dikin. Di nava civakê de kesên herî xizan jin in. Herî zêde jin dikevin bin bandora xizanî û krîza aborî. Bi biryarnameyan 25 hezar jin ji kar hatin avêtin. Pergala ku jinan betal û bêkar dihêle, rê li pêş tundiya li dijî wan vedike. Niha plana bilindkirinê heye. Lê ev plan bi destê mêran tê avakirin. Di vê planê de çareseriya pirsgirêkên jinan tune. Vîna jinê jî tune ye. Bi zêdebûna zanîngeha jinan ev pirsgirêk çareser nabe."

'JIN HEM LI DERVE Û HEM LI HUNDIR LI BER XWE DIDIN'

Bûldan, bal kişand ser berxwedana jinên girtî ya li dijî tundiyê û wiha pêde çû: "Ne tenê li derve, li girtîgehan jî jin rastî tundiyê tên. Li girtîgehan jî hevalên me yên jin hene. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Çagla Demîrel, Mulkiye Bîrtane, Sebahat Tuncel, Gulser Yildirim û bi sedan jinên ku min navê wan negot li girtîgehê li dijî tundiyê li ber xwe didin. Jin berxwedan in, berxwedan jin in, Berxwedan jiyan û serkeftin e. Jinan çawa heta niha li ber xwe dane, wê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin û dest ji berxwedanê bernadin. Me li 7 herêman civînên xwe pêk anîn. Me konferansa xwe li dar xist. Hemû xebatên me armanc dike ku destketî û rêxistinbûna jinan a di nava Partiya Jinê de xurt bike û mezin bike."

'JIN WÊ PÊŞENGIYA XETA SÊYEMÎN BIKIN'

Bûldan bal kişand ser rola Tifaqa Jinê ya di xeta sêyemîn û Destûra Bingehîn a Demokratîk û wiha bi dawî kir: "Em ê di rêya xeta sêyemîn de jiyanek nû ava bikin. Em ê biryara xwe ya têkoşînê berdewam bikin. Em ê destkefityên xwe yên ku qeyûm ji destê me girtine ji nûve ava bikin û xurt bikin. Em ê li her derê şewirmendiyê xurt bikin û birisin. Em ê jin bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi ser bikevin. Em pir zelal dibêjin. Îtîfaqa me îtîfaqa jinan e. Jinên Amed û Stenbolê, jinên wan û Antalyayê wê bi hevre mil bidin mil û têbikoşin. Wê ji bo demokratî û aştiya wî welatî li dijî faşîzmê têbikoşin. Em dikarin vê yekê pêk bînin û emê bi ser bikevin. Ji bo em di şertên wekhev de bijîn pêdivî bi Lihevhatina civakî heye. Ger ku em vê muzakereyê pêş bixin emê aştiya civakî jî pêş bixin. Ji bo Destûra Bingehîn a Demokratîk pêk were jin wê rola xwe bilîzin. Em ê bi Destûra Bingehîn a demokratîk mafê jinan ên di bin gefan de mîsoger bikin. Em dibêjin werin em bi hevre pêşengiya Destûra Bingehîn a Demokratîk bikin. Em bi Destûra Bingehîn a Jinan demokrasiyê pêk bînin.

Pêdiviya welat bi edalet, aştiyê heye. Lê desthilatdariya siyasî hatineya welat li amûrên şer xerç dike. Îtîfaqa desthilatdariyê û faşîzmê S-400 e. Lê îtîfaqa siyaseta demokratîk aştî û li hevhatine civakî ye. Divê em îtifaqa herî mezin ava bikin. Em ê tu carî vî welatî teslîmî hişmendiya mêr nekin. Jin bi ser ketin û wê dîsa bi ser bikevin. Jin wê bêtir bi ser bikevin. Hêvî ne AKP ye. Hevî HDP ye. Hêvî jin e û hêvî îtîqa jinan e. Ger ku jinan ev welat bi rêve biribûya wê S-400 tune bûya. Wê şer û kuştin tune bûya. Wê hevî, aramî, aştî û edalet hebûya. Jinan serketina xwe di hilbijartina 23'ê Hezîranê de nîşanî cîhanê da."