Bûldan: Bi mîlyonan azadiya Ocalan dixwazin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kir û wiha got; “Desthilatdarî wê hesabê polîtîkayên şer 31’ê Adarê bide. Bi milyonan azadiya Ocalan dixwazin û daxwza rakirina tecrîdê dikin.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Agiriyê gel re civiya û rojev nirxand. Bûldan êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kir û wiha got; “Feraseta li Cizîr, Silopî, Sûr, Gever û Nisêbînê kevir li ser kevirê nehişt, îro bi dorpêç û tasfiyekirinê îktîdara xwe diparêz e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta pê re îro serê sibê zû ji Îdirê hatin navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li vir serdana gel kir. Gelê navçeyê Bûldan û yên pê re bi def û zirnê pêşwazî kirin. Pişt re Buldan derbasî avahiya partiya xwe ya navçeyê bû û bi gel re hat ba hev. Piştî serdana Bazîdê, heyeta HDP’ê karwanê wesayîtan derbasî navenda Agiriyê bû û beşdarî civîna gel a li Salona Dawetê ya Hatemoglu bû. Rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Hevserok Bûldan di civînê bi bîranîna kesên di serdema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û got: “Feraseta li Cizîr, Silopî, Sûr, Gever û Nisêbînê kevir li ser kevirê nehişt, îro bi dorpêç û tasfiyekirinê îktîdara xwe diparêz e. Belê 3 sal berê û salên beriya wê jî heman ferasetê ji bo parastina qoltixê xwe bi tasfiye, tunekirin û zextan vê pêvajoyê danbûn destpêkirin.”

Bûldan da zanîn ku ew ê di hilbijartina 31’ê Adarê de gel bersiv bide AKP’ê û got: “Gelê me di hilbijartinên berê de bersiva hemû polîtîkayên wan tunekirinê da. Niha jî em bi hilbijartinekê re hevrû ne. Zîhniyeta ku dizane nikare me di sindoqan de têk bibe bi girtin, zext, bombekirinê dixwaze têk bibe. Gelê Mexmûrê dîsa tê bombekirin. Mexmûr bajarokek ku ji ber zilma dewletê koçkirin pêk tê. AKP bi êrîşa Şengal û Mexmûrê dixwaze di arîfeya hilbijartinê de ji bo dengên nijadperestan bi dest bixe amadekariyan dike. Hûn ji gelê Sûriyeyê çi dixwazin? Hûn ji gelê kurd yên li Sûriyeyê çi dixwazin? Ew mirov di nava aramî û aştiyê de dijîn. Hûn ji wan çi dixwazin? Li gorî daxuyaniyên Erdogan wisa tê xûyakirin ku dê hilbijartinek din jî bi pêvajoya şer derbas bibe.”

 Bûldan da zanîn ku li Tirkiyeyê behsa edaletê û demokrasiyê nayê kirin û hemû girtîgeh bi siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, parêzvanê mafê mirovan, jin, ciwan û zarokan tije ne.

Bûldan diyar kir ku daxwaza Leyla Guven a bedena xwe daye ber birçîbûnê daxwaza bi milyonan kes e û got: “Leyla Guven vê çalakiyê ji bo şexsê xwe nedaye destpêkirin. Ev daxwaza li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan e.”