Buldan: Berpirsê Garê AKP ye, sûcdar e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir desthişlat ditirse ku hesabê Garê bide û got, “Ji meseleya Garê direvin, çimkî sûcdar in.”


Bûldan têkildarî hedef nîşandana HDP’ê jî got,“Desthilat heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em eşkere nekin, em nemerd in.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî. Bûldan operasyona Garê nirxand û li ser vê yekê hedef nîşandana HDP’ê şîrove kir. Bûldan bersiva îdiayên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û di civînê de wêneyên Şandeya Îmraliyê yên li Girava Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Mutabakata Dolmbahçeyê de hatibûn girtin nîşan da û got ev wêne ne HDP’ê dewletê girtiye û belav kiriye. 
 
Bûldan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişand ser girîngiya zimanê makî û got, “Ez vê rojê li tevahiya netewan pîroz cikim. Her cûre êrişên li dijî zimanan û hewldana pişaftinê li dijî hebûna însanan e. Lewma meriv dest ji têkoşîna zimanê makî bernade. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dest bi perwerdehiya kurdî kir. Em li dijî yekperestiya zimanan pir rengiya zimanan diparêz in.” 
 
Bûldan geşedanên têkildarî tevgera dagirker a Tirk a li ser Garê jî nirxand û wiha got: “Em pir eşkere dibêjin desthilat ji hesab dayînê ditirse û direve. Em ê her hesabê vê bipirsin. Çimkî Garê xalek pir girîng a têkçûn û şikestinê ye. Niha heke desthilat partiyek din bûya; heke AKP partiyek muxalefetê bûya wê ji bo Garê qiyametê rakira. Em HDP’ê jî heman tiştî dikin û li ser navê gel ji desthilatê hesab dixwazin. Em ê her vî hesabî bipirsin.” 
 
Bûldan têkildarî Garê axaftina xwe wiha domand: “Berpirsiyar desthilat însanan ne mirî lê divê meriv zindî bîne. Ji ber vê yekê desthilata AKP’ê ji tiştên li Garê kir jî û tiştên nekir jî berpirsiyar e. Desthilat dixwaze bi polîtîkaya Garê xwe li ser piya bigire û cihê xwe zexm bike. Ev yek jî baş nîşan dide ku welat ber bi felaketek talûke ve dibin. Her kesî têkçûna wan a li Garê dît. Lê dixwazin Garê bikin şova siyasî. Hê jî desthilat bersiva pirsên HDP’ê û muxalefetê yên derbarê Garê de nedaye. Ji pirsan direvin. Ji meseleya Garê direvin. Çimkî sûcdar in.”

Bûldan bi domdarî destnîşan kir di demên berê de jî 335 leşkerên hatibûn desteserkirin bi rêya diyaloga însanan anîn Tirkiyeyê û got: “Armanca wan ne ew bû ku li Garê wan însanan xilas bikin. Ev pir eşkere li holê ye. Armanca wan xilaskirinbûya wê rêbaz ne ev bûya wê li şûna operasyonê bi rêya diyalogê bianiyan. Di sala 2015’an de ez jî di nav de şandeyek, sê çawişên pispor ên li Licê hatibûn desteserkirin di encama hewldanên me de anî û radestî Qeymeqamiya Licê kir. Ji bo van 13 însanan jî li gel me bang li hikumetê kir jî lê li bang û daxwaza me guhdar nekirin û nexwestin.” 
 
Bûldan axaftina xwe berdewam kir: “Aramanca wan ew bû ku ji xwe re çîrokek wê çawa pê xilas bikin ji Garê derxin. Ji bo desthilata xwe biparêzin çûn Garê. Dixwestin bi zaferek û mizgîniyê ji Garê bizivirin. Lê van 13 însanan kirin armanca berjwendiyên xwe siyasî. Rastiya Garê wisa ye. Negihiştin mexseda xwe, vê car çikirin? Rabûn bi çar aliyan êrişî HDP’ê kirin û van êrişên xwe didomînin. Dijminatiya li dijî Kurdan û nefretê dixin rojeva xelkê. Kurdan û HDP’ê li ber çavê xelkê reş dikin. Adeta hebûna xwe girêdane tunekirina HDP’ê. Lê wê nikaribin Tirkiyeyek bê HDP’ê birêve bibin. 
 
Em bi desthilateke êdî hişê xwe avêtiye re rûbirû ne. AKP’iyekî ku ew avêtin ser sergoyê siyaseta Enqereyê rabûye heqaret li însanên deng dane HDP’ê dike. Ji wî re tenê hevokek me heye. Em te hewaleyî xwedî dikin. 
 
Wezîrek van ê wêneyan li destê xwe dibe û tîne û radike heye. Televîzyon bi televîzyonên gemarî digere û wêneyan nîşan dide. Ez ê niha bersiva derew û îftîrayên wî bidim. Li ser wêneyên pêvajoya çareseriyê ku di serdana Qendîlê de hatine girtin, ketiye pey helepitka îdraksaziyê. Pir eşkere nebûyan bi stûyê wekîlek me ve tîne. Xwedêgiravî parlamenterek HDP’ê çûye Garê û hatiye siyasetê dike. Ya rast ji vê yekê re jî bes. Ez li vir pir eşkere dibêjim; Ev derewek mezin e, îftira ye û propagandayek reş e. Ketiye pey helepitka veşartina sûcê xwe. Yên ku dixwazin vê propagandaya reş bikin nafikirin ku gelê wê sibê di bin vê de bimînin. 
 
Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamenterên me dikarin biçin wir tenê cihekî ew jî li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin bikin. Ji bo hevdîtinên bi partiyên Başûr re car carna parlamenterên me diçin Hewlêrê. Ji bilî vê diçin Ewropa û Amerîkayê jî. Duh hevala me Dîlan jî îftiraya li derewê qeliband û bang kir ku derewên xwe piştrast bikin. Ez jî heman bangê dikim; piştrast bikini heke hûn piştrast nekin hûn bi kêrî tiştekî nayên. Xwedê kesî şaş û maş neke û nexe vê rewşê. 
 
Hûn dizanin rewşek çawa derbas dikin? Aşkere li bin ketine. Di binê çala herî kûr de ne. Ev çala wan a kûr di rojên dawî de li Enqereyê xuya dike. Îftira, kumpas û êrişên wan ên li ser me dişibe serdema cemaetê ku rêbazek li hember me bikar dianîn. Diyar e ku van ji birayên xwe yên cemaetê gelek ders girtine û pir tişt hîn bûne. Derdê vî wezîrê ku wêneyan nîşan dide, çavê wî li qoltixê Erdogan e. 
 
Ez li vir bang dikim; şerê desthilat û qoltixê xwe eşkere bikin. Şerê xwe li ser HDP’ê birêve nebin. HDP destûrê nade vê. Heman wezîrê wênehilgir diçe televîzyonan wêneyên şandeya me ku li ser destûra dewletê çûye serdanan nîşan dide. Hewl dide îdrasaziyê çê bike. Xwezî tu beriya wan wêneyan di televîzyonan de nîşan bidî tu biçûya ji serokê xwe bipirsiya. Te nîşanî Tayyîp Erdogan bida. Te jê bipirsiya Erdogan pêvajoya wan fotografan baş dizane. Bila ew ji te re bêje. 
 
Ez gotinên vî zatî niha yek bi yek dibêjim; baş guhdar bike Soylû baş fêm bike. Di wan serdeman de çi bû? Me pêvajoya çareseriyê bi sê lingan birêve dibir. Lingek Îmrali bû, lingek Qendîl bû û lingek jî li cem hevdîtinên li cem hikumet û dewletê bû. Di wê pêvajoyê de her hevdîtina me li Îmraliyê li gel birêz Ocalan dikir bi destûr û agahiya dewletê pêk dihat. Piştî serdana li Îmraliyê jî em bi destûr û pejirandina dewletê diçûn Qendîlê. Piştî serdana Qendîlê ku em vedigeriyan me encama hevdîtinan ji şandeya dewlet-hikumetê re vedigot. Şandeya dewletê jî beriya em biçin Îmraliyê, ew diçûn Îmraliyê û van agahiyan dibirin û bi birêz Ocalan re parve dikirin. 
 
Me carek li Qendîlê bi rayedarên PKK’ê re hevdîtin pêk dianî. Me dît ku li asîmanên Qendîlê 2 ÎHA li ser serê me digerin. Ez vê agahiyê ango anekdotê nû parve dikim. Em dizanin ÎHA çi dikin û dikarin çi bikin. Piştî me xwe da alî winda bûn û çûn. Piştî em vegeriyan me hat meseleya ÎHA’yan ji rayedarên hikumetê re got. Ji me re gotin ‘ji bo ewlehiya we biparêz in digeriyan’. Ev hemû di qeydên dewletê de hene. 
 
Baş guhdar bike Soylû efendî! Wan wêneyan ne me parve kiriye. Dema em diçûn Qendîl, Îmraliyê û cem şandeya dewletê jî ne makîneyek wêneyan û ne jî telefon bi me re hebûn. Wan wêneyan ne me girtin. Wêneyên li Qendîlê piştî em hatin li çapemeniyê hatin belavkirin. 
 
Niha du wêneyan nîşanî te didim. Vî wêneyê li Îmraliyê kî girt? Kî vî wêneyî anî da we? Bila Soylû efendî viya eşkere bike. Wêneyek din. Wêneyê bi şandeya dewlet-hikumetê re jî 28’ê Sibatê di hevdîtina Mutabakata Dolmabaheçyê de hatiye girtin. Vî wêneyî jî ne me girtiye. Rayedaran û însanên temsîlen li wir bûn girtin. Em li ser van her sê wêneyan bang li Wezîrê Karên Navxweyî dikin. Armanca van her sê wêneyan heman bû û diyar e ji aliyê kî ve hatine girtin. Di Mutabakata Dolmbahçeyê de hûrguliyek balkêş heye. Erdogan diyar kiribû ku wê ew roj kî li ku rûnê. 
 
Tenê bersivek me ji bo wan kesên li ser hewldanên pêvajoya çareseriyê nêzî me dibin heye; Di wê pêvajoyê de ji bo siberoja gelên me, hêsirên çavên dayikên me bisekinin, ji bo beden nekivin bin axê, pêvajoyek bi fedakarî dihat kirinê bû. Îro jî bibe bêyî em çavê xwe bitirsînin bi heman fedekariyê em ê dîsa bikin. Ji bo ku bila pozê însanek me xwîn nebe. Em pir bi bextewar in ku me 3 salan seknek bi rûmet da nîşandan û em li pey kirinên xwe ne. Desthilatê heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em eşkere nekin, em nemerdin.”
 

Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser cezakirina parlamenterê wan Omer Farûk Gerberlîoglû û got tolhildana lêgerînên tazî, îşkence û Garê ji wekîl û partiya wan hiltînin. 
 
Bûldan bal kişnd ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan dane destpêkirin û xwest li tavilê dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan were anîn.