Buldan: AKP pêvajoyê dike xetereyê

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterê Mersînê Ertugrul Kurkçu beriya ku derbasî hevdîtinên ‘Pakêta Ewlehiya Hundir’ ya Desteya Meclîsa Giştî bibin der barê êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî muxalefetê de axivîn.

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterê Mersînê Ertugrul Kurkçu beriya ku derbasî hevdîtinên ‘Pakêta Ewlehiya Hundir’ ya Desteya Meclîsa Giştî bibin der barê êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî muxalefetê de axivîn.

JI BULDAN HIŞYARIYA PÊVAJOYÊ DIKIN XETEREYÊ

Buldan diyar kir ku  hê pakêta ewlehiyê neketiya jiyanê tê dîtin ku çi tê jiyîn û wiha got: “AKP’ê xwîna destpêkê ya pakêtê li meclîsê rijand. Koma AKP’ê weke ku çavên wan tarî bibe ketin nava hewldana lîncê û ev jî nîşaneya ku hikûmetê sînor derbas kiriye. Divê der barê Serokêwekîlê Koma AKP’ê de lêpirsîn bê destpêkirin û divê AKP ji hemû jinan lêborîna xwe bixwaze.  Ev bêdengiya Wekîlaseroka Meclîsê ya Jin a li dijî êrîşa li hember parlamenterên me yên jin wê derbasî dîrokê be.  Xwîn tevlî vê qanûnê bûye. AKP pêvajoya çareseriyê dike pêvajoyek bi xeter.”

KRKÇU: PROVA KIRIN

Kurkçu jî di daxuyaniya xwe de kask da serê xwe û got: “Ger tiştekî bi min bikin, ev wê min biparêze. Ez wisa têm. Ez vê wek mîzaha bi êş nabêjim.”

Kurkçu wiha berdewam kir: “Mustafa Elîtaş wê bêje ku em mirovên çawa xerabin, lê ger ev rûniştin ne girtîbana we yê bidîta li hundir çi hat jiyîn.  Ez ketim navberê ku kulm li Sebahat Tuncel nekeve û kulm li min ket. Wekîlê AKP’ê yê min hîn kir navê wî Oktay Saraç e êrîş kir.

Pakêt ji bo van bûye mijara jiyanê. Em dibînin ku di her carê de hebûn hêza her kesî tehdîd dikin. Ger ev pêşnûme bibe qanûn wê polîs, cenderme û hêzên sivîl wisa bi teşe bibin. Dema mirov li gotinên Serokkomar dinêre  welatiyên sivîl wisa wê bi teşe bin. Wê Tirkiyeyê biguherin mezbahayê. Ev prova bû.”

JI ELÎTAŞ YÊ AKP'YÎ HEQARET

Mustafa Elîtaş ê AKP’î ku li meclîsê daxuyanî da tevî ku yên rastî êrîşê hatibûn HDP’î bûn, îdîa kir ku her sê partiyên muxalefetê teror meşandine û HDP weke  ev 30 sal e terorê pêk tîne hedef nîşan da.