Bûldan: 31'ê Adarê em ê AKP'ê bişînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, ''Em dizanin, tenê dema ku em AKP'ê bişînin krîz wê biqede. 31'ê Adarê em ê AKP'ê bişînin.''

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di hevdîtina gel a Westanê de axivî û got: “Ev 16 sal in tenê kesek vê derê bi rêve dibe. Lê piştî 31’ê Adarê wê jinek û zilamek, HDP vî bajarî bi rê ve bibe.”

Tûra hilbijartinê ya mîtîng û hevdîtinên gel ên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan a Wanê berdewam dike. Bûldan û şandeya pê re, ya ji Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak û gelek mirovên din pêk tê, piştî navçeya Elbak a Wanê, derbasî navçeya Westan bûn. 
 
BÛLDAN BI JINAN RE GOVEND GERAND
 
Bûldan û şandeya bi wê re, di ketina navçeyê de, ji aliyê Nûnerê Komeleya Çanda Rojava ya Şoreşger (DDKD) Bahattîn Ayaz, Namzetên Hevşaredariyên Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglu û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Jinan Bûldan hembêz kirin û demek kûrt bi hev re gvoend gerandin. 
 
’ROJA 31’Ê ADARÊ DÊ QEYÛMAN BIHELÎNE’
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç jî, diyar kir ku ew îro bi tifaqa Kurd re hatin gel hev û wiha axivî: “Em bi hemû rengên xwe Kurd in. We hemû kes qebûl kirin, çima hûn gelê Kurd qebûl nakin? Em carek din dibêjin, qanûnên we ji bo xwe qebûl kirine, Xwedê jî qebûl nake. Di 31’ê Adarê de wê rojek nû bihile. Ew roj jî wê qeyûman bihelîne.”
 
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî, anî ziman ku ew ê roja 31’ê Adarê hemû qeyûman bişînin Enqerê.

‘EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DIGIRIN’
 
Piştre Bûldan axivî û wiha got: “Ji bo ku AKP winda bike, em ê li her derê piştgiriyê bidin namzetên serokên şaredariyan. Niha ji vê aciz in. Ji ber vê li qadên hilbijartinê, tim behsa HDP’ê dikin. Me dikin hedef. Lê tenê gotineke me ji bo wan heye, em hêza xwe ji gelê xwe, ji jinan, ciwanan û zarokan digirin. Mirov ji HDP’ê cesaretê digirin. HDP jî ji gelê xwe cesaretê digire. Li her derê heman coş heye. Li vê derê jî em heman coşê dibînin. Di 31’ê Adarê de hûnê Şaredariya Westanê bi dest bixin. Westan a vî gelî ye. Di hilbijartina derbasbûyî de, tenê bi 7 dengan ew jî bi dizî şaredariya Westan ji me standin. Bila gelê me di vî alî de bi hestiyar tevbigere. Hevalên me yên jinên hêja hene. Namzetên me yên jin hene. Dengê xwe bidin xwe. Destê hemû kesan bigirin û ji wan re rastiyê vebêjin.”