Budçeya MÎT'ê ji sedî 36 hat zêdekirin
Rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT, ku rastî gelek rexneyên giran tê, para xwe ya ji budçeya sala 2016'an ji sedî 36 zêde kir. Ji budçeyê wê 1.6 mîlyar lîre ji MÎT'ê re were dayîn.

Piştî komkujiyên li dû hev ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rû dan, balkêş e ku budçeya ji bo 'tedbîrên ewlekariyê' tê veqetandin, ji bo sala 2016'an hatiye zêdekirin. Herî zêde jî budçeya MÎT'ê hat zêdekirin, ku ev rêxistina îstîxbaratê ji ber rûdana komkujiyan û nedayîna agahiyan tê sûcdarkirin.
Budçeya MÎT'ê, budçeyên Serokwezaretî, TBMM, Serokatiya Rêveberiya Afetê, Wezareta Enerjiyê û Wezareta Pêşvebirinê, derbas kir. Hema hema xwe gihand budçeya Wezareta Ekonomiyê ku 1 mîlyar 682 mîlyon lîre ye. Budçeya MÎT'ê di nava 10 salên dawî de ji sedî 419 hat zêdekirin. Budçeya ku di sala 2006'an de 315 mîlyon 436 hezar bû, îsal 1.5 mîlyar derbas kir.
Tevî budçeya MÎT'ê, budçeya Fermandariya Giştî ya Jendermeyan ji sedî 15.7 hat zêdekirin û ji 6 mîlyar 985 mîlyon 776 hezarî, bû 8 mîlyar 84 mîlyon 47 hezar.
Budçeya Wezareta Parastina Milî ji sedî 7 hat zêdekirin û bû 26 mîlyar 117 mîlyon 530 hezar lîre.
Budçeya ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re tê veqeteandin, ji sedî 6.4 hat zêdekirin û 20 mîlyar lîre derbas kir.
Budçeya Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlekariya Milî ji sedî 5 hat zêdekirin û gihaşt 25 mîlyon 702 hezar lîre. Budçeya Wezareta Karên Hundir 4.5 mîlyar derbas kir, budçeya Wezareta Edaletê bi zêdebûna ji sedî 15.3 re gihaşt 9 mîlyar 406 mîlyon 619 hezar lîreyî.
Budçeya Serokatiya Karên Diyanetê, ku yek ji mezintirîn budçeya jê tê veqetandin e, ji 6 mîlyar 223 mîlyon 63 hezarî hat zêdekirin û bû 6 mîlyar 482 mîlyon 979 hezar lîre.