Brahîmî: Şerê li Sûriyeyê gihiştiye asteke metirsîdar
Brahîmî: Şerê li Sûriyeyê gihiştiye asteke metirsîdar
Brahîmî: Şerê li Sûriyeyê gihiştiye asteke metirsîdar
Brahîmî di Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî de axivî. Di runiştina girtî ya Konseya Ewlehiyê de Brahîm diyar kir ku şerê li Sûriyeyê gihiştiye asteke dijwar û wiha got: “Dawiya vê trajediyê tune. Li ber çavê hemû cîhanê welat parçe dibe.” Brahîmî da zanîn ku niha herêm di rewşeke xeter de ye û wiha got: “Ji ber vê sedemê Konseya Ewlehiyê nekare êdî bêje; em ne di heman fikrî de ne, em li bende demeke di cih de ne.’ Divê em niha bikevin nava hewldanan û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Brahîmî piştre ji rojnamegeran re axivî û hikûmeta Sûriyeyê û muxalefeta Sûriyeyê welat parçe parçe berbi hilweşînê dibe û destnîşan kir ku ev pêşveçûn di alî herêmê de de encamên gelek girîng û giran derxîne holê.
Di konseya Ewlehiya NY’ê de di mijara Sûriyeyê de fikrek hevpar dernayê holê. DYA, Îngîlîstan, Fransa û welatên rojava xwestin li dijî hikûmeta Beşar Esad biryarên bi tehdît derxînin. Lê Rusya û Çînê ev 3 varan veto kir. Rusyayê muxalaleya li ser Sûriyeyê wekê Lîbyayek nû bin av kir û li dijî guhertina rêveberiya Sûriyeyê dertê.
Li Sûriyeyê di adara 2011’an de li dijî rejîmê serhildan pêk hatibû û li gorî NY’ê di van serhildanan de 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û bi sed hezaran jî birîndar bûne. Ji ber şer 2,5 milyon kesî koç kir.