Bozgeyîk: Em bi bêkarî û hejariyê re rû bi rû ne

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Bozgeyîk diyar kir ku li Tirkiyê nêzî 2 milyonan kes di nava bêkariyê de dijî û got: “Weke tevahiya cihanê li welatê me jî em bi bêkarî û hejariyê re rû bi rû ne.”

Li welat ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk krîza aborî bi pêjavoya şewbê re hîn kûrtir bû.

Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk ê ku gotî li Tirkiyê piştî vîrûsa koronayê rêjeya bêkariyê zêde bûye, diyar kir ku TUÎK rêjeya rast a bêkariyê naweşîne. Bozgeyîk ê nêrînên xwe di derbarê bûtçeya 2021’an de diyar kirî, bang li hemû parçeyên civakê kir ku li dijî bûtçeya 2021’an têkoşînê bike.

Bozgeyîk bibîr xist ku di pêvajoya şewbê de li Tirkiyê bi milyonan kedkar karê xwe ji dest dane û wiha got: “Dema ku em li hejmara herî dawî hatî diyarkirin dinêrîn, li Tirkiyê di rêjeya ji sedî 13,4 de ye. TUÎK bi zanebûn kesên ku di dema şewbê de derketîn destûrê, yên ji kar derxistîn û ciwanên ku ji lêgerîna kar hêviyên xwe birî, ji ber tevlî rêjeyên îstatîstîkên xwe nake rêje kêm tê dîtin. Ji ber ku desthilat hem li ser hejmarên enflasyonê, hem li ser hejmarên bêkariyê manîplasyonek ava dike. Her wekû li Tirkiyê zêdebûna bêkariyê heye dide diyar kirin. Dixwazin îspat bikin ku Tirkiye di pêvajoya şewbê de ne ketiye ti krîzekê.”

BÊKARÎ GEHIŞTE JI SEDÎ 30

Bozgeyîk ê bal kişandî li ser rêjeyên Rêxistina Xebatên Navnetewî (ÎLO) yê got: “Dema ku hejmarên bêkariyê yên standartên ÎLO’yê tê nirxandin li Tirkiyê bêkarî gehişte sedî 30’î. Bi taybet vê demê bi hezaran kesê ji ber ku dev ji lêgerîna kar berdane serî li saziyên kar dîtinê nadin. Bi giştînameya ku desthilatê derxistî re tê dîtin ku piştî seat 20:00’an û şûnde girtina kafe û restorantan xebatkarên ku li wir kar dikin karê xwe winda dikin. Em nêzî 2 milyonan derfetên bêkarbûnê ji dest dane. Weke li hemû cihanê li welatê xwe jî em bi bêkarî û hejariyê re rû bi rû ne.”

BÛTÇE HÊVIYÊ NADE

Bozgeyîk anî ziman ku bûtçeya 2021’an sermayedariyê û polîtikayên ‘ewlekar’ çavdêrî dike û diyar kir ku pêwîste hîn zêde tevlîbûnek ji pêjoya çêkirina pêvajoya bûtçeyê re bê kirin û wiha pêde çû: “Pêwîste weke pêvajoyekê bê girtina dest ku bûtçe weke li tevahiya cihanê li Tirkiyeyê jî xeta polîtîkiya desthilatê diyar dike.” Bozgeyîk axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Hem bûtçeya 2021’an, hem jî bûtçeyên ku hîn zêdetir çavkaniyên xwe dide diyanetê, pêşxistina rîtuelerên olî, zayendparêzî, milîtarîst, ewlekarî yên hîn pêşvetir ên di dema desthilata AKP’ê de hatîn amadekirin e. Li gorî para pêwîst ji bo hilberîn, perwerde, razemenî û tendirûstiyê bûtçe nayê veqetandin.

Ji aliyê pêvajoyên amadekirina bûtçeyê ve rêxistinên ked û pîşe, rêxistinên girseya demokratîk û partiyên ku koma wan li meclîsê heyî pêwîste di pêvajoya çêkirina bûtçeyê de tevlîbûnek demokratîk bê kirin. Di pêvajoya çêkirina bûtçeyê de pêwîste hemû aliyên civakê bê tevlî kirin, piraniya bûtçeyê ji bo kedkar, gel û tendirustiyê bê veqetandin. Bûtçeya ji bo diyanetê tê veqetandin ji giştî bûtçeya 8 wezîran hîn zêdetir e. Bûtçeya 2021’an ne bûtçeyek li gorî gel û demokrasiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ê ku got: “Em bi bûtçeyek bi rêgezên hesap danê yên ji bo polîtîkayên şer ên ewlekarî ku neyê çavdêrîkirin re rû bi rû ne” û diyar kir ku dema dikevin pêkanîna bûtçeyê ji aliyê xebatkar, jin, zarokan ve hêvî nayê kirin, bang li hemû parçeyên civakê kir ku bi hevre têkoşînê bikin.