#boycottturkeytourism gelekî bal kişand

Haştaga #boycottturkeytourism ku ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk li ser medya civakî dest pê kir, gelekî bal kişand.

Kampanyayê di demeke kin de gelekî bal kişand. Bikarhênerên medya civakî gotin, "Bi pereyê betlaneya we ya li Tirkiyeyê re wê zarokên Kurd bên kuştin."

Dewleta Tirk ji bo dagirkerî û komkujiyên nû bike, ji hatineyên tûrîzmê yên sala 2018'an gelekî bi hêvî ye. Kampanyayên ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk jî zêde dibin.

Duh êvarê ji saet 20:00 û pê ve li ser malperên medya civakî; Facebook û Twitterê bi haştaga #boycottturkeytourism kampanyayeke nû dest pê kir.

Di demeke kin de bi hezaran bikarhênerî bi zimanên Elmanî, Fransî, Îngilîzî, Flamanî, Spanî, Îtalyanî û bi zimanên li welatên Skandînavyayê afîşên bi nivîsa "Na ji şer û dîktatoriyê re", "Stop Erdogan" parve kirin.

Bi vê kampanyayê re ji mirovên ku dixwazin îsal ji bo ger û geştê biçin Tirkiyeyê, careke din li vê nêrîna xwe bifikirin û dev jê berdin. Bikarhênerên medya civakî ev nêrîn bi rengekî hevpar parvekirin: "Bi pereyê betlaneya we ya li Tirkiyeyê re wê zarokên Kurd bên kuştin."