Li bajarê Fransa Bordeaûxê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, li ser dengdayîna îro li Ewropayê destpê kir civînek hat lidarxistin. Koordînasyona HDP'ê ya Bordeaûx civîna perwerdekirina muşahîtan pêk anî û wezîfeyên wan anî bîra dildaran.
ANF
BORDEAÛX
pêncşem, 8 kewçêrê 2015, 08:35
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, li ser dengdayîna îro li Ewropayê destpê kir civînek hat lidarxistin. Koordînasyona HDP'ê ya Bordeaûx civîna perwerdekirina muşahîtan pêk anî û wezîfeyên wan anî bîra dildaran.
Endamê Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê Ahmet Ozer di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman, ku di birin û anîna hilbijêran a ji bo dengdayînê de divê nêzîkatiyeke xemsarî neyê nîşandan û destnîşan kir ku divê her herêm, di nava hefteya destpêkê de dengdayîna hemû hilbijêrên xwe temam bike.
Ozer diyar kir ku ev hilbijartin wê ji bo gelan hilbijartina man û nemanê, başî û nebaşiyê, gel û desthilatdariyê, şer û aştiyê be û bang li hemû wezîfedaran kir, ku bi hesasî bixebitin.
Di civînê de, plansaziyek di vî warî de hat derxistin.