Bombeyên gazê coşa gel neşikand

Bombeyên gazê coşa gel neşikand

Berxwedana gel a Taksîmê bi gaza polêsan ket roja 8. Polêsan hewl dan bi bombeya gazê coşa gel bişkîne, lê li gel baz û helîkoptera li ezmanan difiriya jî, girseya gel govend gerand. Di pevçûneke demkin a li Parqa GezÎ de jî du kes birîndar bûn.

Girseya gel a êvarê ji Beşîktaş diçû Taksîmê li destwerdana polêsan rast hat û girseya ku xwest ji bo piştgiriyê ji Taksîmê biçe Beşîktaşê jî li êrişa polêsan a bi bombeyên gazê rast hat. Girseya gel demeke dirêj li dijî bombeya gazê li ber xwe da û ji bo pêşî li kentina polêsan li Taksîmê bigirin, agir dadan.

Polêsan tevahiya şevê bombeya gazê berda girseya gel a li jorê Stadyûma Înonu û bêhna bombeyên gazê ji Înonu gihaşt çalakgerên li Parqa Gezî. Çalakgerek jî li vê derê axivî û diyar kir, ku xwepêşandêrek ji dîwarekî 5 metre bilind ketiye xwarinê û birîndar bûye.