Bişar ê ji aliyê komên çete ve hatibû êşkencekirin jiyana xwe jı dest da
Bişar ê ji aliyê komên çete ve hatibû êşkencekirin jiyana xwe jı dest da
Bişar ê ji aliyê komên çete ve hatibû êşkencekirin jiyana xwe jı dest da
Piştî qetlîamên Til Eran û Til Hasil Îsmaîl Elî Bişar ê ji aliyê komên çete ve dîl hatıbû girtin û paşê hatibû êşkencekirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bişar ê ji aliyê komên çete teslîmî malbatê hat kirin hate defnkirin.
Asta qetlîama komên çete yên li bajarokên Til Hasil û Til Eran ku bi vegotina şahidan her roj hîn zêdetir derdikeve holê, Kurdên di qetlîamê de dîl hatine girtin jî ji ber êşkenceyên dîtine bin tehdîta mirinê de ne.
Îsmaîl Elî Bişar ê ji aliyê ANF’ê ve hatibû ragihandin ku dîl hatiye girtin û ji ber êşkanceyê pişta wî şikestibû hat ragihandin ku jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê ANF’ê wergirtiye, cenazeyê Bişar duh teslîmî xızmên wî yên li Til Eranê hatine kirin. Cenazeyê Bişar ji aliyê xizmên wî ve hatiye defnkirin.
Piştî qetlîamê ji Til Hasil û Til Eranê bi sedan Kurd ji aliyê komên çete yên girêdayî El Qaîde dîl hatibûn girtin. Her çi qasî tê gotin ku yên dîl hatine girtin 300 kes jî bin hejmara misoger nayê zanîn. Tê texmînkirin ku kesên dîl hatine girtin li Navçeya Sefîre ya girêdayî Helebê tên girtin.
Li gorî agahiyên kesên ku ji Til Eran û Til Hasil reviyane dane, di nav kesên dîlgirtî de gelek zarok hene.
Şahidên ku ji qetlîamê rizgar bibûn û niha li wargeha Kefarcanê dimînin detayên qetlîamê ji ANF’ê re vegotibûn û navê hin kesên dîl hatine girtin dabûn.