Biryara sosret: Kêfa vî parêzerî ji 'terorê' re tê; nabe ku gumanbar biparêze

Li Mêrdînê dadgehê biryareke sosret da û parêzerê bi CMK hat wezîfedarkirin bi îdîaya 'kêfa xwe ji terorê re tê' qebûl nekir. Dadger biryara 'Dibe ku ev parêzer nehêle gumanbar rastiyê vebêje' da.

Li Mêrdînê dadgehê biryareke sosret da û parêzerê bi CMK hat wezîfedarkirin bi îdîaya 'kêfa xwe ji terorê re tê' qebûl nekir. Dadger biryara 'Dibe ku ev parêzer nehêle gumanbar rastiyê vebêje' da.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, kesê bi navê Davût Demîr bi îdîaya ku bi çek û cebilxaneyê hatiye girtin, di 8'ê Çileyê de derxistin pêşberî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê. Parêzerekî ji aliyê CMK ve hat wezîfedarkirin jî li rûniştinê amade bû. Hînê rûniştinê destpê nekiribû dadger Orhan Tûgrûl ji parêzer pirsî ku ew ji ku ye. Dadgerê ku bihîst parêzer ji Mêrdînê ye, li bersûc Demîr vegeriya û jê pirsî, ku vî parêzerî dixwaze yan na. Demîr diyar kir ku ew parêzer qet nas nake, lê dîsa jî dikare îfadeyê bide. Tevî ku parêzer got ew ji aliyê CMK ve hatiye wezîfefdarkirin jî dadger Tûgrûl got, "Parêzerê amade, kêfa wî ji 'terorê' re tê, lewma nikare pê re lêpirsînê bike û divê parêzerekî din were wezîfedarkirin." Dadger di vê çarçoveyê de rûniştin taloq kir.

'DIBE KU NEHÊLE GUMANBAR RASTIYÊ VEBÊJE!'

Dadger ev yek di rapora lêpirsînê de da nivîsandin:

"Dibe ku parêzerê amade pêşî li mafê parastinê yê gumanbar bigire, bi têrkerî bawerî nedaye dadgehê, rastiyeke herêmê ye ku li vê derê parêzerên kêfaxqwe ji rêxistina terorê re tê û destekê dide hene, lewma dibe ku ev parêzerê kêfa xwe ji rêxistinê re tê, nehêle ku gumanbar rastiyê vebêje û pêşî li parastinê bigire. Ji ewraqa lêpirsînê hatiye fêmkirin ku gumanbar bi traktorek tijî çek û cebilxane hatiye girtin. Ji ber têkoşîna li dijî terorê, her wiha ji ber îhtimala 'dibe ku bersûc bi zorê ev kiribe' û poşman bûye dikare rastiyan vebêje. Dadgeha me di wê baweriyê de ye ku parêzerekî kêfa xwe ji rêxistina terorê re tê, dibe ku pêşî li van mafên gumanbar bigire. Parêzerê li pêşberî me, bawerî nedaye dadgeha me ku wê mafê gumanbar biparêze. Ji ber vê yekê, dadgeha me rast nedîtiye ku bi vî parêzerî re karê lêpirsînê were kirin."

Dadgehê piştî navberê xwest, parêzerekî nû bê wezîfedarkirin û ev parêzer jî li gorî van taybetmendiyên li jorê hatine destnîşankirin be.

...