Biryara girtina wekîla HDP'yî Başaran hate dayin

Der barê Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran de biryara girtinê hate dayin.

Bi îdîaya ku slaa 2014'an tevlî du meşên li Êlihê bûye, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê doz li Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran vekiribû. Rûniştina dozê wê duh li 4. Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat. Der barê Başaran de biryara girtinê hate dayin.

Di rûniştina dozê de ku duh danê sibehê pêk hat, parêzerên Başaran amade bû.

Parêzer Ozgur Başaran ragihand ku ji ber du dosyayên cuda biryara girtina parlamenter Ayşe Acar Başaran hatiye dayin.