Biryara DYA'yê û tecrîd li Montpellîerê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK'ê li bajarê Montpellîerê bi meşekê hate şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Montpellîer ê Fransayê li hev civiyan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê şermezar kirin.

Bi sedan kesên doh êvarê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, bi posterên Ocalan û pankartên bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan ber bi meydana Comedîa ve meşiyan. Di meşê de ku rêxistinên çep jî tevlî bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Bi navê girseya gel, li meydana Comedîayê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurd hate şermezarkirin.

Her wiha li ser mijarê gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.