NÛ BÛ- Biryara berdana Bûrûsûn hate dayîn

Di doza Keşe Andrew Craîg Brûnson ê bûbû sedema aloziyên di navbera Tirkiye û DYA’yê de, daraza Tirk gavbi şûn ve avêt, qedexeya derve û ya girtina malê rakir û biryara berdanê da.

Rûniştina doza Keşe Andrew Craîg Brûnson ê di derbarê wî de gelek sûc dihate kirin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat.

Brûnson bi hevkariya li gel cemaeta Fethûlah Gulen ê hevkarê berê yê rejîma Erdogan û hem jî hevkariya li gel Tevgera Azadiya Kurd (PKK) hene dihate sûcdarkirin. Her wiha Brûnson bi sûcê sîxûriyê cezayê girtinê yê 35 sal dihate xwestin.

Keşe Brûnson ê DYA’yî ê girtina wî vegerandin cezayê hebsa malê, cara çarem derket pêşberî dadgehê. Sefîrê Mezin ê DYA’yê yê Enqerê Maslahatguzeri Jeffrey M. Hovenîer jî tevlî rûniştinê bû.

Di rûniştina danê sibê de rayedarên Tirk ên ‘şahidên’ bi navên Buşra, Levent Kakan û Serhat îfadeyên dayîn paşve vekişandin.

Nehate zanîn bê ka ev ‘şahid’ ji kû dîtine, çima bi bi lez îfade dane, çima îfadên xwe piştre vedikişin nehate eşkerekirin.

Dozger, daxwaza rakirina kontrola edlî ya li ser Brûnson ê ev nêzî du meh û nîv bûn li girtîgeha malê bû kir.

Dadgehê 3, sal, 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da Brûnson, qedexeya derve û girtina hebsê ya malê rakir. Demê girtinê li ber çavan hate girtin û biryara berdanê da.

Biryara berdanê ya piştî îdîayên çapemeniya DYA ya roja Pênçşemê ku rêveberên Enqere û Washîngtong ‘li ser berdana Brûnons li hev kirine’ bal kişand.

Qenalê NBC’ê destnîşan kir ku agahiyên têkildarî lihevkirina tê îdîakirin ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ne zelal in, lê li pêşberî berdana Brûnson dibe ku zextên aborî yên li ser Tirkiyeyê sist bibin.

Erdogan di daxuyaniyeke xwe ya 26’ê Îlonê de destnîşankiribû ku doza Brûnson ‘mijara darazê ye’ gotibû: “Em nizanin bê ka wê dadgeh biryarek çawa bide, di hikûmê de mafê axaftinê yên siyasiyan nîne.”

Erdogan serbixwebûna daraza ku xistiye di bin kontrola xwe de parast û got: “Serokkomar ne xwedî wê rayeyê ye ku fermana berdana Brûnson bide. Daraza me serbixwe ye. Em ê li benda biryara dadehê bin û bibîni.”

Beriya rûniştinê bi çend saetan Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo di daxuyaniya xwe ya li Enstîtûya Cihû ya Ewlekariya Navneteweyî ya Amerîkayê (JÎNSA) de gotibû: “Ya pêwîst bê kirin ji xwe ev e. Ya Tirkiye bike tiştekî mirovî ye… Ji ber vegera di demeke nêzîk a (Brûnson) û hevjîna wî ya Amerîkayê kêfxweşim.”

Li ser pirsa berdana Brûnson wê bandoreke çawa li têkiliyê Tirkiye-DYA bike Pompeo got: “Ev gavekî girîng e.”