Biryar dan ku Kaya girtî bimîne

Danişîna Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya dîsa hate taloqkirin, biryar hate standin ku Kaya girtî bimîne.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku heftiya bihurî ji doza KCK'ê 8 sal û 9 meh ceza lê hate birîn, ev nêzî 2 sal in ku li Girtîgeha Silîvrî rehîn bû, her wiha derbarê Kaya 2016'an piştî ku bi qeyûman şaredariyên Kurdistanê hatin desteserkirin, dozeke wî ya dî jî ev 2 sal in li Dadgeha Cezayê Giran ê 2'yan a Wanê didome. Danişîna dozê îro çêbû, di danişînê parlamanterên HDP'ê Û Hevserokên Rêxistina Bajêr ên HDP'ê amade bûn.

Dadgehê danişîn taloqî 18'ê Cotmeha 2018'an kir û biryar stand ku Kaya girtî bimîne.