Bîrdariya Ehmedê Xanî hilweşandin

Qeyûm Ûlaş Akhan ê ku hat ser Şaredariya Bazîdê, bîrdariya Ehmedê Xanî ya li taxa Ûlûyolê hilweşand.

Qeyyûmên ku dişînin ser şaredariyên DBP’ê yên hatine desteserkirin, bêtehamûliya wan a li hemberî park û jîngehan didome. Herî dawîn di 10’ê Hezîranê de li Qoserê ya bi ser Mêrdînê bîrdariya Ûgûr Kaymaz hatibû rakirin ê ku di 12 saliya xwe de bi 13 gulleyan hatibû qetilkirin.

LI HER DERÊ HEMAN ENCAM

Berê jî peykerê Lamassûs ê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Cizîrê bîrdariya Orhan Dogan, li Amedê Bîrdariya Roboskiyê, li Amedê rolyefên Mervaniyan, li Amedê peykerê Ahmed Arîf jî ji aliyê qeyyûman hatibû rakirin û hilweşandin.