Bîrdal: Divê demildest deriyên girtîgehan werin avakirin

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal got sûdewergirtina ji pakêta 3'yan a darazê ji ber ku wê ne girtiyên siyasî lê wê tacîzkar, tecawizkar û çete bin, ev ê ziyanê bide baweriya bi dadmendiyê.

Hewesta li dijî pakêta 3'an a darazê ya ji ber sedema ku girtiyên siyasî venawerîne navxwezêde dibe. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal got li derve hiştina girtiyên siyasî ya ji vê verastkirinê dijî mafê mirovan e.

Bîrdal got ev verastkirin ne wekhevîxwaz e, di serdemeke wiha de ku mirovahî herî pir hewceyî bi demokrasiyê û yekbûnê heye, desthilat dîsa vê ji bo xwe weke fersendê dibîne.

Bîrdal diyar kir eynî rewş bi efûya Rahşan jî çûbûbû û got verastkirina berdest ji hêviya aştiya civakî re nabe bersiv.

Bîrdal diyar kir tevlênekirina nûçegihanên ku ji azadiya wan hatine qutkirin, siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan û muxalîfan lê sûdewergirtina tacîzkar, tecawizkar û çeteyan a ji vê pakêtê hem ûcdanê civakê birîndar dike û hem jî ziyanê dide hîsa bi dadmendiyê.

Bîrdal got di van mijaran de desthilat divê bi muxaefetê re hevkariyê bike û got, ''Jixwe Tirkiye bûye nîvgirtîgehek e. Serdema pêş me wê hê girantir bibe. Di serdemeke wiha de wê hewceyî bi yekîtiya civakî û piştevaniyê hebe. Divê mirov pêşî li vê negire.''

GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ BÊYÎ VERASTKIRINEKÊ JÎ WERIN BERDAN

Bîrdal bi bîr xist li girtîgehên Tirkiyê li nav 296 hezar girtî 457 ên bi nexweşiyan girtan, 1333 girtiyên nexweş hene û bêyî ku hewceyî bi verastkirineke were dîtin divê pêşî girtiyên nexweş werin berdan.

Bîrdal her wiha got  2 hezar û 500 zarok, jinên bi zarok û ducanî hene, bal kişande ser şertên jiyanê û paqjiyê yên girtîgehan  û got, ''Li girtîgehan şertên jiyanê û hijyenê pir zor in. Her wiha zêrevanên înfazê têne malên wan, bi wesatiyan serhev wan dibin. Di vê rewşê de ne pêkan e ku mesafeyên sosyal were parastin. Li vir divê mirov xwedî wijdan be an na wê encamên wê pir giran bin.''